Partiyên siyasî yên li Elmanyayê bûn hedefa êrîşa sîber

Li Elmanyayê, partiya rastgir a tund AfD'ê ne di navê de, daneyên bi sedan encamên partiyên siyasî hemûyan hatin eşkerekirin.

Li gorî qenala televîzyonê ARD'ê, daneyên bi sedan siyasetmedaran piştî êrîşeke sîber li ser hesabekî Twîtterê hatin eşkerekirin.

Di nava daneyan de yên hatine eşkerekirin; nûmarayên kartên kredî, nûmarayên telefonê, navnîşan, nameyên şexsî û kopya karta nasnameyê hene.

Partiya Alternatîf ji bo Elmanya (AfD) ne di nav de, êrîş li Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU), Yekîtiya Civakî ya Xiristiyan (CSU), Partiya Keskan, Partiya Demokrat a Azad (FDP), Partiya Çep û partiyên din ên sereke, hate kirin.

Berdevkê Partiya Çep (Dîe Lînke) ragihand, gelek endamên wan jî bûne mexdûrê êrîşa sîber. Hate ragihandin, Serokê Koma Bûndestag a Dîe Lînke Dîetmar Bartsch jî yek ji mexdûran e.

Li gorî ajansa nûçeyan DW'ê, piştî ku êrîşa sîber a li dijî siyasetmedaran eşkere bû, roja Înê li Navenda Parastinê ya Sîber a Elmanyayê civîneke awarte hate lidarxistin.