Partiya Keskan a Ewropayê nerazîbûn nîşanî qeyûm da

Partiya Çep Kesk û Partiya Keskan Ewropayê, nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP'î dan.

Hevberdevkên Partiya Çep Keskan Eylem Tûncaellî û Sînan Tûtal û Hevseroka Partiya Keskan a Ewropayê Monîca Frassonî der barê desteserkirina sê şaredariyên HDP'î de daxuyanî weşandin.

Tûncaellî û Tûtal diyar kirin ku hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê Adnan Selçûk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe Ertan bi rengekî neheq ji wezîfeyê hatin dûrxistin û ew piştevaniya wan dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desteserkirina şaredariyan êrîşek li dijî her kesî ye ku ji hêza guhertinê ya demokrasiyê piştrast in. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber vê yekê bi navê Partiya Çep Keskan em ji bo Amedê banga edaletê dikin."

Monîca Frassonî jî wêrekiya hêzên demokratîk silav kir û got, "Ji bo têkbirina biryara ku îradeya gel ji holê rakir, ji bo xwedîderketina li dengan em wêrekiya hemû hêzên demokratîk ên li Amed, Mêrdîn, Wan û deverên din dadikevin qadan silav dikin."

Di daxuyaniyê de bang li hêzên siyasî yên Ewropayê hate kirin ku vê kiryarê şermezar bikin û nêzîkatiya êrîşkar a polîsan a li dijî çalakgerên protestoyî ji nêz ve bişopînin.