Partiya Çep a Norveçê: Divê piştgiriyê bidin Kurdên li dijî DAIŞ şer dikin

Partiya Çep a Norveçê: Divê piştgiriyê bidin Kurdên li dijî DAIŞ şer dikin

Serokê Giştî yê Partiya Çep a Sosyalîst a Norveçê Audun Lysbakken, diyar kir ku hêza ku li dijî rêxistina terorê ya DAIŞ’ê têdikoşe Kurd in û divê piştgirî ji wan re bê dayîn.

Kurdên li Norveçê dijîn, li ber Parlamentoyê ji bo Kobanê mîtîng pêk anîn. Bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn û di çalakiya ku piraniya wê ciwan bûn,  KNK, PJAK, PYD, Goran, YNK, KZK(Komelya Zehmetkeşanî Kurdistan) UngKurd (Ciwanên Kurd), Komeleya Çanda Kurdistanê û rêveberiyên partiyan tevlî bûn.

Serokê Giştî yê Partiya Çep a Sosyalîst a Norveçê Audun Lysbakken, Serokê Giştî yê Partiya Sor a Norveçê Bjørnar Moxnes jî tevlî mîtîngê bûn.

Lysbakken di mîtîngê de axivî, şer û pevçûnên li Şengal û Rojava bi bîr xist û diyar kir ku hêza pêşeng a li dijî DAIŞ’ê têdikoşe Kurd in û divê piştgiriyê bidin Kurdan.

Bjørnar Moxnes jî bertek nîşanî mijara ku PKK hê di lîsteya terorê de ye da û got ku îro hêzên Kurd yên wekê PKK û PYD li dijî terora DAIŞ’ê têdikoşe û dernexistina PKK’ê ya ji lîsteyê nakokiyek mezin e.

 Moxnes anî ziman ku divê hikûmeta Norveçê hikûmeta Tirk ji ber ku alîkariyê dide DAIŞ’ê hişyar bike.

Di çalakiyê de gelek belavokên ku êrîşên DAIŞ û berxwedana Kobanê vedbêjin hatin belavkirin.