Çapemeniya Elmanyayê, destûra serdanê ya ku rejîma Erdogan da 7 wekîlên Komîsyona Parastinê ya Federal, weke 'gera bi bilêta NATO'yê' şîroz dike. Ji bo destûra vê serdanê bê dayin, hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel a ji Partiya Demokratên Xiristiyan, gelek tawîz ji Enqereyê re hatin dayin.
Di destpêkê de ji bo leşkerên li balafirên AWACS ê li Konyayê bên ziyaretkirin, alên NATO'yê bi balafirên li vir ve hatin kirin. Lê belê dewleta Tirk tevî vê yekê, mîsyona NATO'yê ji nedîtî ve hat û serdana wekîlên Elman ku dihat plankirin meha Tîrmehê were kirin, asteng kir.
Li ser vê yekê, siyasetmedarên Elman daxwaz ji hikumeta Merkel kirin ku mîna ya li Încîrlîkê leşkerên Elman ên li Konyayê jî werin vekişandin. Lê navenda NATO'yê kete dewrê û ji bo pêşî li vekişîna leşkerên Elman were girtin, bi pêşniyara NATO'yê biryar hate dayin ku ev serdan di bin sîwana NATO'yê de were kirin.
Serdan wê 8'ê Îlona 2017'an pêk were û li şûna Serokê Komîsyona Parastinê ya Elman, wê Alîkara Sekreterê Giştî yê NATO'yê Rose Tottemoeller serokatiyê ji heyetê re bike. Bi vî rengî hikumeta Merkel ji bo vê destûrê dû tawîza duyemîn ku da. Niha dor hatiye ser tawîza sêyemîn. Ji ber ku di serî de Serokkomarê Tirk Erdogan, hikumeta AKP'ê naxwazin endamê komîsyonê yê ji Partiya Çep Alexander Neû di nava heyetê de cih bigire.
WEKÎLÊ JI PARTIYA ÇEP: JI BO EWLEKARIYA JIYANA MIN, EZ Ê GARANTIYÊ BIXWAZIM
Rejîma Erdogan îdîa dike ku têkiliya Neû bi PKK'ê re heye û ji ber vê yekê jî hikumeta Merkel pêşniyar li Partiya Çep kir ku wekîlekî din bişîne. Parlamenterê Partiya Çep Alexander Neû, piştî dayina destûrê ji ANF'ê re axivî û got, "Hê ne zelal e ku ez ê di nava heyetê de cih bigirim yan na."
Neû dayina destûrê di ser NATO'yê re weke "lihevkirineke riziyayî" bi nav kir û got, "Partiya min naxwaze navekî li derveyî min di heyetê de cih bigire. Eger hikumeta federal jî mîna Enqereyê bi rengekî sergirtî li dijî cihgirtina min a li nava heyetê derkeve, weke Partiya Çep em ê di nava heyetê de cih negirin."
Neû, ku desthilatdariya AKP'ê ew kiriye hedef got, "Her wiha di destpêka vê salê de midûriyeta emniyetê ji min re got ku navê min di lîsteya MÎT'ê de ye. Pêwîste li Tirkiyeyê jiyana min bê ewlekirin. Eger Wezareta Karên Derve ji bo ewlekariya jiyana min garantiyê bide, ez ê biçim Tirkiyeyê."
NEÛ BAL KIŞANDIBÛ SER TERORA DEWLETA TIRK
Neû, Tebaxa 2016'an di hevpeyvîneke xwe ya li gel radyoya Deûtschlandfûnk de ji bo pirsek li ser PKK'ê ev bersiv da bû: "Li ser karên PKK'ê yên li Tirkiyeyê dikare nîqaş bê kirin ku terorîzm e yan na. Dikare qala terorîzma dewletê jî were kirin." Wekîlê Elman ji ber vê gotina xwe bûbû hedefa rejîma Erdogan.