Partiya Sosyalîst (SP) ku yek ji mezintirîn partiyên Swîsreyê ye, partiya Keskan û mezintirîn sendîkaya karkeran a Swîsreyê UNÎA jî di nav de 35 saziyên Swîsreyê wê Şemiyê li paytexta Swîsre Bernê meş û mîtîngê pêk bînin.
Bi vê armancê daxuyaniyeke hevpar hate weşandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tirkiyeyê ji ber êrîşên dagirkeriyê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û hate gotin, "Em dibînin ku leşkerên Tirk û komên cîhadîst ên hevkarê wan ji bo guhertina demografiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tundiyê û komkujiyan dikin. Xweseriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xwe dispêre îradeya gel, ji bo paşeroja Sûriyeyê modela herî başe. Sîstema xweser di nava şert û mercên şer de hemû pêkhate di nava mercên demokratîk û wekhev de li hev kom kir."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo jiholêrakirina vê modela alternatîfe.
Di daxuyaniyê de ji hikumeta Swîsreyê hate xwestin ku ji bo Neteweyên Yekbûyî qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexe bike bikeve nava hewldanan.
Her wiha peymanên bazirganiya serbest ên bi Tirkiyeyê re bên betalkirin, pêkanînên aboriyê li dijî Tirkiyeyê bên kirin, firotina malzemeyên şer ji bo Tirkiyeyê bên rawestandin, ji bo darizandina sûcdarên şer kar bê kirin, ji bo pêkhatina aştiya mayinde ya li Sûriyeyê xwerêveberiya demokratîk û laîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin û parastin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo vê yekê wê Şemiyê meş û mîtîngekê pêk bînin û bang li Swîsreyî, Kurdistanî û Tirkiyiyan hate kirin ku tevlî çalakiya wan bibin.
Li gorî daxuyaniyê çalakî wê li Schutzenmatte Bernê pêk were û saet 13:30'î dest pê bike.