Parlementerên Ewropa: Ji bo aştiyê azadiya Ocalan şert e

Gelek parlemeterên Ewropa û endamên Meclîsa Parlemeterên Konseya Ewropa piştgirî dan mîtînga çalakiya nobeda azadiyê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûgrê ku dikeve sala 5’an hate lidarxistin.

Di nava parlementerên bi armanca piştgirîkirinê hatin mîtîngê Tony Vox ê Hollandayî, Ûlla Şandbaek a Danîmarkayî û Nîkolaj Vîllûemsen, Matjaz Hanzek a Slovenya, ji Elmanyayê Andrej Hûnko, ji Yewnanîstanê Anastasîa Chrîstodoûlopoûloû a endamê MPKE û wezîrê berê li gel Annetta Kavvadîa, ji Îtalyayê parlementer û nûnerê kêmenetewên Elman Florîan Kronbîchler li gel parlemeterên HDP’ê Filîz Kerestecîoglû û Ertûgrûl Kurkçu jî cih girt. Gelek parlementerên ku beşdarî mîtîngê nebûn peyamên piştgiriyê dan.

Tony Vox, Ûlla Sandbaek û Nîkolaj Vîlluemsen ên di mîtîngê de kurt axivîn, diyar kirin ku êrîş û zextên li Kurdistanê li cihê wê dîtine. Parlementeran destnîşankirin ku wê piştgiriyê bidin siyasetmedarên girtî.

‘EM TÊKOŞÎNA KURD FÊM DIKIN’

Parlementer û endamê kêmentewên Elman ê li Îtalyayê Florîan Kronbîchler, diyar kir ku weke kêmenetewên Elman daxwazên Kurdan fêm dikin. Kronbîchler destnîşan kir ku weke kêmenetewên Elman li gorî Tirkiyeyê xwedî otonomiyekî hê baştirin û diyar kir ku peyama piştgiriyê ya ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd da.

HÛNKO: WÊ PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ DEWAM BIKE

Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) û endamê Koma Çep a MPKE’yê Andrej Hûnko jî, li ser navê partiya xwe û franksyona çalakvan silav kirin. Hûnko destnîşan kir ku asta zext û êşkenceyên li ser Kurdan di her kêliyê de tînin ziman. Hûnko diyar kir ku di nava koma Çep de li gel parlemeterên HDP’ê bi hev re kar dikin.

Hûnko bibîr xist ku di dema hilbijaratina referandûmê de li Amed û gelek bajarên Kurdan weke çavdêr amade bûn, diyar kir ku bi rastî dengdanekî ne demokratîk bû. Hûnko bal kişand divê bi lezgîn hevdîtin li gel Ocalan bê kirin, wê piştgiriya navneteweyî dewambike.

DESTHILATA DÎKTATORIYÊ YA LI TIKIYEYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Parlemetera Yewnanî û ji wezîrên kevin Anastasîa Chrîstodoûlopoûloû jî bal kişand ser girîngiya azadiya Ocalan a ji bo gelê Kurd. Parlemeter a ku diyar kir ku niha li Tirkiyeyê desthilatdariyekî dîktatorî heye, ev ji bo Yewnanîstanê jî rewşekî gelek zor e. Parlementera Yewnanîstanê, destnîşan kir ku ji bo aştiyê azadiya Ocalan şert e.

KURKÇU: OCALAN YEK JI SEROKÊ JI BO HEMÛ CÎHANÊ AŞTIYÊ DIXWAZE

Parlemeterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçû jî, dest nîşan kir ku ev hewldanan ku 5 sal in dewam dike vala neçûye. Kurkçu, diyar kir ku hemû hewldan wê rojekê Ocalan bîne cihê ku layîq e, wê bibe wesîleya vegera nav gelê Kurd.

Kurkçu, diyar kir ku divê hemû gel bêje ‘an giştî vi hev re yan jî tine’. Kurkçu destnîşan kir ku gelê Kurd têkoşîna ku heta niha gelê Kurd daye bûye ‘yek ji gelê Rojhilata Navîn ê herî avaker’. Di axaftinê de hate diyarkirin ku têkoşîna ku gelê Kurd dide meşandin ne terorîzm e, Ocalan yek ji serokê ku ji bo hemû cîhanê azadiyê dixwaze.

Kurkçu, diyar kir ku bi hêviye ku di demekî herî kurt de nobeda azadiyê, bi azadiya Ocalan bi dawî be.

Serokê Komeleya Dostên Kurd ên Alsace Bernard Revollon jî di axaftinê xwe de destnîşan kir ku li gel têkoşîn azadî û mafê gelê Kurd cih digirin. Revollon, diyar kir ku Ocalan divê weke serokê gelê Kurd bê azadkirin. Revollon, bibîr xist ku Tirkiye ya ku bi rêbazekî faşîst tê birêvebirin divê êdî ji endamtiya Konseya Ewropayê bê derxistin.

Mîtînga ku bi boneya ‘Nobeda Azadiya Ocalan’ a kete sala 5’an hate lidarxistin, piştî axaftina parlemeterên Ewropayê û şûnde bi dawî bû.