Parlamenterên Swîsreyê: Bendewarî û bêbawerî zêde ye

Parlamenterên Swîsreyê: Bendewarî û bêbawerî zêde ye

Komeke parlamenterên Swîsreyê,ku di meha adarê de li Bakûrê Kurdistanê gelek serdan pêk anîn çavdêriyên xwe ji rojnameya Tagesanzeîger re vegot. Parlamenterê Keskan yê Parlamentoya Federal Balthasar Glattlî ji rojnameyê re axivî û balkişand ser hêviyên gelê Kurd ya ji bo pêvajoyê û bêbaweriya li dijî Erdogan.

Glattlî destnîşan kir ku li Kurdistanê hema hema hemû kes li gorî pozîsyona agirbesta PKK’ê tevdigere.

Bi parlamenter Balthasar Glattlî re di dawiya meha adarê de parlamenterên Partiya Sosyal Demokrat  Beat Jans û Martîn Naef çibûn girtîgehê serdana parlamenterên BDP’ê Selma Irmak, Kemal Aktaş, Hatîp Dîcle û şardarê Wanê Bekîr Kaya. Glattlî da zanîn ku, di dema serdanê de parlamenterê girtî gelek kêfxweş bûne ku ji aliyê Ewropayiyan ve hatin bibîrxistin.

Parlamenterê Swîsreyî diyar kir ku, ligel ku di meha Çile de serlêdan kirine, rayedarên tirk di derbarê serdana girtîgehan de di meha Adarê de bersiv dan.  Glattlî wiha got: “Li Tirkiyeyê di navbera 8 û 10 hezarî de siyasetmedarên Kurd girtîne.  Gelekên wan hêj nehatine berdan. Her wiha gelek kes jî bi tirsa ku dê bên girtin dijîn.

BENDEWARÎ Û BÊBAWERÎ DERKETIYE ASTA JOR

Glattlî wiha pê de çû: “Kurd bi pêvajoya aştiyê re bawer dikin ku dê gelek tişt biguhere.  Gumana tu kesî tune ku PKK guh nede agirbestê. Bendewariyên ji Erdogan gelek zêde mezinin. Her wiha bawerî zêde nîne.  Pirsên wekê; Dê dewlet  samîmî nêzîk bibe? ji bo guherînê piranî dibêje çi? Ger ev pêvajo heta sê salên din bi muzakereyan bidome dê bûyer dîsa biteqin. Erdogan jî vêdizane.” Glattlî her wiha avakirina komîsyona Aqilmendan jî girîng dît.