BI DÎMEN

Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin!

Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê xwestin ku dawî li tecrîda 26 salan a li ser Rêber Apo were û gotin, “Em di têkoşîna edalet û azadiyê de bi gelê Kurd re ne û em ê bi hev re bi ser bikevin.”

PARTIYA ÇEP A SWÊDÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO BANG KIR

Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê Nadia Awad û Hakan Svenneling xwestin ku tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û ji bo mafên azadiya gelê Kurd, bang kirin.

‘EM Ê BI HEV RE BI SER BIKEVIN’

Parlamentera Partiya Çep Örebrå ya Swêdê Nadia Awad diyar kir ku ew weke Partiya Çep dixwazin ku tecrîda 26 salan a ku Tirkiye li ser Rêber Apo pêk tîne, bi dawî bibe û ev bang kir: “Em daxwaz dikin ku ji bo bi dawîbûna vê tecrîdê, Swêd di qada naveteweyî de bixebite û bi bandor bibe. Pêkanînên bi vî rengî nayên qebûlkirin.

Swêd, bi Tirkiyeya faşîst a mutefîkê NATO’yê re hevkariyê dike û daxwaz nake ku tecrîd bê rakirin. Tirkiyeyê gelek caran êrîşî Rojava kiriye û mafên mirovan binpê kiriye. Ev êdî nayê qebûlkirin. Divê hesabê kiryarên Tirkiyeyê, were pirsîn. Nayê qebûlkirin ku êrîşî Kurdan bike û wan qetil bike. Weke Partiya Çep em dixwazin ku ev kiryar bên rawestandin. Mafê gelê Kurd ê edalet û azadiyê heye. Em di vê têkoşînê de bi gelê Kurd re ne û em ê bi hev re bi ser bikevin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin! Bijî gelê Kurd!”

‘EM LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊDIKOŞIN’

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê û Berpirsyariyê Têkîliyên Derve Håkan Svenneling jî pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya ku di meha Cotmeha sala borî de hate destpêkirin, bi bîr xist û got: “Rakirina tecrîda li ser Ocalan, ji bo aştiya Rojhilata Navîn pêwîst e.”

Svenneling diyar kir ku ew ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê têdikoşe û got: “Têkoşîna ku em ji bo girtiyên siyasî dimeşînin û hewldanên me, wê zextên li ser Tirkiyeyê zêde bikin. Bi vî rengî wê girtiyên siyasî azad bibin û tecrîda li ser Ocalan jî wê rabe. Em her roj ji bo vê yekê têdikoşin.”

BASKÊN CIWAN ÊN PARTIYA ÇEP PIŞTGIRÎ DAN MÎTÎNGA 2’YÊ MIJDARÊ

Li aliyê din baskên ciwan ên partiyê, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo mîtînga girseyî ragihandin ku 2’yê Mijdarê ev mîtîng wê ji bo azadiya Rêber Apo li Stockholmê bê lidarxistin.