Hejmara 514’an a Serxwebûn derket

Di hejmara 514’an a rojnameya Serxwebûn de, Şerê Cîhanê yê 3’yemîn a ku navenda wê Rojhilata Navîn e, bi hemû aliyên xwe ve tê şîrovekirin.

SERXWEBÛN

Hejmara nû ya rojnameya Serxwebûn a mehane, hate weşandin. Di vê hejmarê de îşaret bi Şerê Cîhanê yê 3’yemîn tê kirin; di vê çarçoveyê de Komploya Navneteweyî car din tê nirxandin. Her wiha têkildarî qadên têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst, nirxandin jî hene.

Di hejmara 514’an a rojnameya Serxwebûn de, di beşa yekem a rêzenivîsa bi sernavê “Şervanê Azadiyê yê gelekî di pencê komployê de” ya ji parêznameyên Rêber Apo hatî girtin de, qala rûyê hundir ê komployê tê girtin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî Komploya Navneteweyî ya ku dikeve sala 28’emîn û asta têkoşîna ku li dijî vê tê meşandin, nivîsand. Bayik diyar dike ku Pêngava Azadiyê ya Kûreyî ya ku 10’ê Cotmeha 2023’yan hatî destpêkirin, gaveke stratejîk e.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan jî di beşa duyem a nivîsa xwe ya bi sernavê “Şerê Cîhanê yê 3’yemîn, Komploya Navneteweyî û girîngiya têkoşîna azadiya Kurd” de, destnîşan dike ku alternatîfa rast a rizgariya ji krîz û kaosa Şerê Cîhanê yê 3’yemîn, rêya Konfederalîzma Demokratîk e.

BERXWEDANA FEDAYÎ YA RÊBER APO

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan her wiha ji bo vê hejmarê nivîseke bi sernavê “Azadiya Kurd ji 9’ê Cotmeha 1998’an û vir ve bi berxwedana fedayî ya Rêber Apo heye”, nivîsand.

TÊKOŞÎNA JINA KURD

Di vê hejmarê de nivîsa Alî Haydar Kaytan a bi sernavê “ya ku kelecanê dide mirovahiyê, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e” jî heye. Kaytan meşa Tevgera Azadiyê, weke meşeke ber bi jina azad ve dinirxîne.

HÊZA PÊŞENG A ÎDEOLOJÎK A JIN JIYAN AZADÎ

Ji Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok jî nivîseke bi sernavê “Şehîdên Cotmehê afirînerên destpêkê yên Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ne” nivîsand. Di vê nivîsê de jinên ku ewilî beşdarî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûne, weke jinên ku bingehê Tevgera Azadiyê ava kirine, tê nirxandin û tê diyarkirin ku ev jin hêza pêşeng a îdeolojîk a Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne.

DI MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK DE ÇAND Û HUNER

Orhan Kendal jî nivîseke bi sernavê “Pêşxistina çand û hunera modernîteya demokratîk” nivîsand. Kendal bal dikişîne ku kê çand û huner bi kîjan armancê bi kar tîne û afirandiye.

KURDISTANIYÊN LI WELATÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven di nivîsa xwe ya bi sernavê “di navenda modernîteya kapîtalîst de, welatparêzî” de, diyar dike ku Kurdistaniyên koçî welatên Yekîtiya Ewropayê kirine, di her warî de piştgiriyê didin têkoşîna şoreşgeriyê ya li Kurdistanê û feraseteke ku xwedî li wezîfeyên welatparêziyê derdikeve, esas digirin.

ENDUSTRIYALÎZM Û EKOLOJÎ

Xelîl Poyraz di nivîsa xwe ya bi sernavê “pirsgirêkên ekolojîk ên çavkaniya xwe ji endustriyalîzmê digire û bandorên wê yên li ser civakê” de, diyar dike ku endustriyalîzm dijminê ekolojiyê ye û destpêkê bi mudaxileya xwe ya li dijî mirov, destpê kiriye.

Di hejmara 514’an a rojnameyê de, daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel a têkildarî çalakiya fedayî ya li TUSAŞ’ê cih digire.