Di karesata lehiya li Spanyayê de, hejmara miriyan ji 200’ê derbas kir

Di karesata lehiya li Spanyayê de, zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin, fikar heye ku bîlanço girantir bibe.

Li gelek herêmên Spanyayê ji ber karesata lehiyê ya ku di encama bagerên tund de qewimî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibe. Wezîrê Karên Hundir ê Spanyayê Fernando Grande-Marlaska daxuyanî da radyoya Cadene Ser û destnîşan kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, gihişt 207’an. Herêma ku herî zêde ji lehiyê bandor bû Valencia ye û 204 kes li wir jiyana xwe ji dest dan. Castilla-La Mancha 2 kes mirin, li herêma Endulus a li başûrê welêt jî kesek ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da.

Wezîr bal kişand ku hîna winda hene û diyar kir ku dibe bîlanço hîn girantir bibe.

Ji Wezareta Parastinê Margarita Robles jî ragihand ku ew bi fikar in ku hîna gelek kes di bin kavilan de bin yan jî di wesayîtan de asê mabin.

Zêdeyî hezar û 700 leşker û bi hezar dilxwaz beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Valenciayê dibin.