HRE’yê nasnameya şervana şehîd eşkere kir

HRE’yê ragihand ku di 30’ê Çileya 2024’an de Jiyan Cûdî (Bêrîvan Demîrcî) şehîd bû.

ŞEHÎD JIYAN CÛDÎ

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê şehadeta şervana xwe Jiyan Cûdî (Bêrîvan Demîrcî) de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Em hevrêya xwe Jiyan Cûdî bi navê xwe yê rast Bêrîvan Demîrcî ku di 30’ê Çileya 2024’an li herêma Efrînê tevî çar hevrêyên xwe gihişt asta şehadetê bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin, di serî de ji bo malbata hêja ya Demîrcî em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe re dixwazin û di şexsê hevrê Jiyan de em soza xwe ya şopandina rêya şehîdan dubare dikin.

Hevrê Jiyan ku li warê lehengan, li Cizîra Botan di nava malbateke welatparêz de mezin dibe, ji destanên şoreşa Rojava îlham digire û di temenek ciwan de dest bi lêgerîna xwe ya azadiyê dike. Heval Jiyan ku ji nêz ve dibe şahidê kiryarên dewleta Tirk a dagirker, biryara tolhildanê digre û berê xwe dide nava refên azadiyê. Salên dirêj ên têkoşînê, tecrubeyên şer û jiyanê kesayeteke şareza û bi vîn di heval Jiyan de ava dike. Di hemû kêliyên jiyana xwe de bi berpirsyarî tevdigere û dibe mînaka şoreşgertiya demê. Rêgeza “Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bixin” ji bo xwe esas digre û di nava demeke kin de berpirsyariyên giran digire ser milê xwe.

Dema bajarê Efrînê dikeve dorpêça dagirkeriya Tirk hevrê Jiyan mîna bi sedan ciwanên Kurd bê teredud berê xwe dide eniyên cenga giran ên bajarê Efrînê û di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de cihê xwe di nava Tîmên Şehîd Avesta de digire. Tevî şert û mercên giran ên dagirkeriyê ew bi zanebûnek mezin tevdigere û ji bo tevahî hevrêyên xwe dibe çavkaniya coş û kelecanê. Hevrê Jiyan bi dilê xwe yê pak û bi rûyê xwe yê mîna firîşteyan bedew, ji bo hevrêyên xwe dibe pêşenga jiyanê û li hemberî dijminê xwe dibe şervana demê ya dilwêrek. Bi vê sekna xwe ya ji pola tevlî gelek çalakiyan dibe û derbên giran li dijmin dide.

Herî dawî dema tîmên me yên HRE’yê plana çalakiyeke berfireh dikin, hevrê Jiyan di tîma êrişê de cihê xwe digre û berê xwe dide çeperên dagirkeriya Tirk. Li gundê Basilê û Ezazê gelek çalakiyan li dar dixin û derbên giran li dijmin didin. Di van çalakiyan de bi dehan leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker tên ceza kirin. Piştî pevçûn û şerekî dijwar, hevrê Jiyan tevî çar hevalên xwe Çîçek Kobanê, Cûdî Reşo, Dilşêr Serêkaniyê û Cûdî Gabar ku me berê nasnameya wan bi raya giştî re parve kiribû, digihêjin asta şehadetê.

Hevrêya me Jiyan ku demeke dirêj cenazeyê wê di destê dijmin de dimîne, di meha Cotmehê de ji aliyê hêzên me yên rizgariya Efrînê ve bi awayek saxlem cenazeyê wê tê wergirtin. Gelê me yê Efrînê jî bi merasîmeke bi heybet fermandara xwe ya ciwan sparte axê û sonda xwe ya bi şehîdên xwe re nû kir. Em jî weke Tîmên Şehîd Avesta yên Hêzên Rizgariya Efrînê careke din sersaxiyê ji malbata hevrêya xwe Jiyan û ji tevahî gelê xwe re dixwazin û em soz didin ku Rêya Avesta, Karker, Jiyan û Çîçekan wê her dem rêya me be û teqez em ê li ser şopa wan mizgîniya rizgariya Efrînê bidin gelê xwe û tevahî jinan.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Jiyan Cûdî

Nav û Paşnav: Berîvan Demîrcî

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Veysî

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 30 Çile 2024