Dayikên Şemiyê ji bo kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo 8 kesên ku beriya 29 salan li Kerboranê piştî hatin binçavkirin salên dirêj hestiyên hin ji wan hatin dîtin, hatin ba hev. Ji 8 qurbaniyan, 3 kes zarok bûn.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, cara 1023’yemîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Dayikên Şemiyê qurnefîl û wêneyên xizmên xwe di çalakiyê de hildan. Gelek parêzvanên maf beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Seyhan Dogan, Nedîm Akyon, Mehmet Emîn Aslan, Abdurrahman Olcay, Abdurrahman Coşkun û Suleyman Seyhan hate pirsîn ku di navbera 29’ê Cotmeh-8’ê Mijdara 1995’an de piştî hatin binçavkirin êdî agahî jê nehate wergirtin.

Keça Nezîr Duman a di bin çavan de hatî qetilkirin, Newroz Duman bal kişand ser çîroka komkujiya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kirin.

Newroz Duman diyar kir ku li ser hestiyên hatine dîtin, şopên êşkenceyê hebûn û got ku dadgeriya Tirk kesên dihatin darizandin, beraat kir.

Birayê Seyhan Dogan, Kadîr Dogan jî di çalakiyê de axivî.