Parlamenterên HDP'yî dest bi greva birçîbûnê kirin

Parlamenterên HDP'yî dest bi greva birçîbûnê kirin

Hevserokên HDP'ê Sebahat Tûncel, Ertûgrûl Kurkçu û parlamenterên HDP'ê Levet Tuzel û Sirri Sureyya Onder, bi armanca şermezarkirina biryara bernedana wekîlên BDP'yî dest bi greva birçîbûnê kirin. Kurkçu di grevê de diyar kir ku biryara dagehan derbek li sîstema hiqûqa pêşverû ye. Kurkçu ragihand ku dê çalakiya wan di tevahiya hevdîtinên li ser butçeyê de dewam bike.

Hevserokên BDP'ê Sebahat Tûncel, Ertûgrûl Kurkçu û parlamenterên HDP'ê Levent Tuzel û Sirri Sureyya Onder, bi armanca şermezarkirina serbestbernedana wekîlên girtî yên BDP'yî, li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê kirin. Parlamenterên HDP'ê der barê mijarê de li Meclîsê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de Cîgirên Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan, parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, parlamenterê Mêrdînê Erol Dora, parlamenterê Wanê Ozdal Uçer û parlamenterê Rihayê Îbrahîm Bînîcî ama de bûn. Hevserokê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku ew jî mîna wekîlên girtî bi heman rengî hatine hilbijartin û ji bo serbestberdana wan timî xebitîne. Kurkçu got, "Bi hewldana gel re ev 2,5 sal in xebatên girîng tên kirin. Me hewl dan hemû qadên hiqûqî bikar bînin. Me bi partiya li desthilatdariyê û serokê Meclîsê re hevdîtin kirin."

Kurkçu ragihand ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn gelekî zelal e û ji bo bidawîkirina van nîqaşan e û got, "Diyar kirin ku dewama ragirtinê, bicihanîna wezîfeya parlamenteriyê asteng dike. Encama ji vê derê derdikeve, ji bo her kesî zelal e. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn xwedî wê wesfê ne ku rê nîşanî dadgehan didin. Piştî vê biryarê ji bo Balbay dadgeh li gorî vê biryarê tevgeriyan, lê belê ji bo wekîlên BDP'yî ev biryar bicihi nehat anîn."

Kurkçu da zanîn ku ew biryara dadgehan a li hemberî wekîlên BDP'yî weke derbek li sîstema hiqûqa pêşverû dibînin û got, "Bi dîtina me, ti mafê dadgehan nîne ku biryareke wiha werbigirin. Eger Dadgeha Destûra Bingehîn, saziyeke ku norman destnîşan dike, hingî divê dadgehên din li gorî wê biryarê bistînin. Dadgehên Amedê îlan kirine ku ji bo Kurdan hiqûqeke cuda heye. Dînamît xistiye binê hemû hewldanên aştî û lihevkirinê yên li Tirkiyê û teqandiye. Ev biryar siyasî ye." Kurkçu destnîşan kir ku biryara dadgehan, erêkirina sîstema zextê ye.

Kurkçu da xuyakirin ku ewê beşdarî xebatên civata giştî bibin û greva xwe li civata giştî û kûlîsan dewam bikin û bang li wekîlên din jî kir ku beşdarî greva wan bibin. Kurkçu got, "Ev yek nîşaneya hevpariya me ya bi BDP'ê re ye. Tê wateya xurtkirina hevpariyê. Greva me heta dawiya hevdîtinên li ser butçeyê wê dewam bike. Dema nîqaşên li ser butçeyê qediyan, emê careke din rewşê binirxînin." Kurkçu destnîşan kir ku pêkhateyên HDP'ê jî wê li hemberî vê biryarê li kolanan bin.

ONDER NERAZÎBÛN NÎŞANÎ ÇÎÇEK DA

Kurkçu li hemberî gotina "Meclîs ne cihê çalakiyê ye" ya Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek nerazîbûn nîşan da û anî ziman ku parlamenter dê nerazîbûna xwe bi vî rengî bînin ziman. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî nerazîbûn nîşanî gotina Çîçek da û got, "Ev biryara dadgehê îzzet û şerefa Meclîsê binpê kiriye. Eger Serokê Meclîsê di şûna nerazîbûna wekîlên xwe weke çalakiyê binirxîne de, azadkirina wekîlên xwe têxe hişê xwe, dê helwesteke li gorî meqama xwe nîşan bide. Ya ku hatiye kirin, xwerakişandina li vîna hatiye hilbijartin e. Bila rabin, em di 10 deqeyan de Dadgehên xwedî erka taybet rakin."

Kurkçu da zanîn ku ti danûstandineke wan li gel endamên hikûmetê nîne. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Levent Tuzel jî got, "Divê bê hiqûqiya 2,5 salan êdî bi dawî bibe. Em azadiya hevalên xwe dixwazin."

Piştî daxuyaniyê wekîl ji bo greva birçîbûnê derbasî kûlîsê Meclîsê bûn.