Parlamentera PE Vergiat: Pêwîst e mirov pirsgirêkan bi mantika aştiyê çareser bike
Endama Fransî ya PE Marie-Christine Vergiat, têkildarî komkujiya Parîsê û pêşdeçûnên paşê rû dan ji ANF’ê re axivî.
Endama Fransî ya PE Marie-Christine Vergiat, têkildarî komkujiya Parîsê û pêşdeçûnên paşê rû dan ji ANF’ê re axivî.
Endama Koma Çep a Yekgirtî ya Parlamentoya Ewropa (PE) Marie-Christine Vergiat, diyar kir ku der barê mijara tedbîrên ewlekariyê yên piştî komkujiya Parîsê li Fransa hatine girtin ku tê gotin rast in, bi fikar e.
Endama Fransî ya ya PE Marie-Christine Vergiat, têkildarî komkujiya Parîsê û pêşdeçûnên paşê rû dan ji ANF’ê re axivî.
Vergiat, di êrîşên hemwext ên li gelek nuqteyên Parîsê yên 13’ê Mijdarê kesên jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî, got ku hinek fikarên wê hene, bal kişand ser tedbîrên zêde ewlekariyê. Vergiat wiha axivî: “Ji ber ku careke din veger li paşerojê tê kirin ez bi fikar im. Ev jirêderketinek şerker û ewlehîperest e. Bertekek di bin bandora hestiyariyê de ye.” Vergiat destnîşan kir ku divê mirov wiha tevnegere û wiha berdewam kir: “Pêwîstiya Fransiyan bi ewlehiyê heye, pêdivî bi jiyanek ewle heye. Ez ji rewşek bê pîvan bi fikar im. Failên êrîş pêk anîne yên nasnameyên wan hatine tespîtkirin, hema hema bi temamî welatiyên Fransa ne. Ji ber vê jî, ev tedbîrên hûn hewl didin bigirin, bi rastiya wan ez bi guman im. Li gor min bersiva yekemîn a li dijî van divê civakî be. Eger di hin mirovan de jirêderketinek tê jiyîn, tê wê wateyê ku gotinên me yên jirêderketinan asê dike tineye.”
Vergiat, têkildarî têkiliyên hikûmeta Fransa bi Tirkiyeyê nirxand, di vê mijarê de gumanên xwe anî ziman. Vergiat wiha got: “Tirkiye û welatên kendavê yên di avabûna DAIŞ’ê e yekser an jî ne yekser piştgirî dane, di vê mijarê de ku ev welat ji nedîtî ve tên demeke dirêj e nerazîbûn nîşan dide. Fransa, an jî bi gotinek rastî, hikûmeta Fransî ez ne bawer im ku wê têkildarî rola hikûmeta Tirk de tedbîrên pêwîst bigire.”
Vergiat anî ziman ku di nav şert û mercên heyî de pir bi guman e û hêvî dike ku alî di pêşbîniyeke mînîmum de guhertinan bibînin. Vergiat got: “Destpêkê û ya herî girîng ev e ku mirov bi diyalog û axaftinê, ne bi mantika şer bi mantika aştiyê li ser pirsgirêkan hûr bibe.”