Parlamentera Iraqê: Divê Iraq bi rengekî qanûnî PKK'ê qebûl bike
Parlamentera Iraqê Avatûf Nema pêşnûmeyek pêşkêşî hikûmeta Iraqê kir û jê xwest, li gorî qanûnên Iraqê PKK'ê qebûl bike.
Parlamentera Iraqê Avatûf Nema pêşnûmeyek pêşkêşî hikûmeta Iraqê kir û jê xwest, li gorî qanûnên Iraqê PKK'ê qebûl bike.
Parlamentera Iraqê Avatûf Nema got, "Li gorî qanûnên Iraqê ti hewldan û nêzîkatiyeke PKK'ê ya gefê li ewlekariya Iraqê bixwe, nebûye. PKK di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de serketî bûye. Divê hikûmeta Iraqê, PKK'ê di asta qanûnî de qebûl bike."
Nema polîtîkayên PDK'ê yên li dijî PKK'ê rexne kir û got, "PDK li Duhok û Hewlêrê zextê li PKK û dilxwazên wê dike. Nahêle bikevin nava van bajaran. Ji ber vê yekê, divê hikûmeta Bexdayê bi awayekî qanûnî PKK'ê nas bike û bihêle ku PKK li Bexdayê ofîsekê ji xwe re veke."
Nema destnîşan kir, divê yên rê li ber bicihbûna hêzên Tirk li axa Iraqê vekirine, weke xayin bên dîtin û got, "Yên ku Tirkiye vexwendî nava axa Iraqê kirine û anîne, bi dijminên gelê xwe re bûne yek, li cem dijmin cih girtine û bûne pêlîstoka dijmin."
Nema diyar kir, Erdogan dixwaze ji nû ve Împaratoriya Osmanî ava bike, ev yek xewn û xeyalên wî ye û got, "Armanca Tirkiyeyê di şerê Mûsilê de, ne azadkirina Mûsilê ye. Armanca Tirkiyeyê parastina DAIŞ'ê ye. Xuya ye Erdogan wê hê jî DAIŞ'ê bi kar bîne."
Avatûf Nema di dawiyê de bang li dewletên navneteweyî kir ku li ber polîtîkayên dewleta Tirk rabin.