Parlamenta Îngilîstanê destûra destwerdana Sûriyê neda

Parlamenta Îngilîstanê destûra destwerdana Sûriyê neda

Li parlamenta Îngilîstanê, di encama dengdana ji bo êrîşa leşkerî ya li dijî Sûriyê de, pêşniyara hikûmetê ya pêşkêşî parlamentê kir li hemberî 272 dengên erê bi 285 dengên na hat redkirin.

Serokwezîrê Îngilîstanê Daved Cameron di daxuyaniya xwe ya li ser encamê de diyar kir ku biryara parlamentê aşkera ye û got, "Parlament destwerdanê naxwaze û ezê jî li gorî vê tevbigerim."

Çapemeniya Îngilîz ragihand ku David Cameron bi vê encamê re ketiye rewşeke zehmet. Hat ragihandin ku di nava parlamenterên dengê dijber li hemberî pêşniyara hikûmeta koalîsyonê bikaranîne, parlamenterên mûxafazakar jî hene.