Parêzvanên mafên mirovan ên di binçavan de anîn edliyeyê
Parêzvanên mafên mirovan ên ku li Buyukadayê hatibûn binçavkirin, anîn Edliyeya Çaglayanê.
Parêzvanên mafên mirovan ên ku li Buyukadayê hatibûn binçavkirin, anîn Edliyeya Çaglayanê.
8 parêzvanên mafan û 3 perwerdekarên navneteweyî yên ku di 5’ê Tîrmehê de li Buyukada ya Stenbolê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan a li emniyetê ew anîn Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê.
YÊN HATINE BINÇAVKIRIN
Parêzvanen mafên mirovan Gunal Kurşun (parêzer, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Îdîl Eser (Endama Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî), Îlknur Ustun (endama Koalîsyona Jinan), Nalan Erkem (parêzera Komeleya Welatiyan), Nejat Taştan (endama Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Ozlem Dalkiran (endama Komeleya Welatiyan), Şeyhmus Ozbeklî (Endamê Însiyatîfa Heq), Velî Acu (Endamê Komeleya Rojeva Mafên Mirovan) û du perwerdekarên bi navê Peter Steudtner û Alî.
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan û gelek kesên din jî ji bo dozê bişopînin çûn pêş edliyeyê.