Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Ayşe Acînîklî ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re re hevdîtina heftane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku Îdareya Girtîgeha Îmraliyê û Dozgerê Komarê yê Bûrsayê bersiva erênî bidin parêzeran, parêzer dê sibê biçin Îmraliyê.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve 526 rojin nikarin biçin Îmraliyê. Parêzeran heta niha 146 caran serlêdan kirin û her tim bi hincetên ji rastiyê dû rû pûç yên weke "Keştî xirabe ye" "Hewa nebaşe."Belge kêmin" hate redkirin.