Parêzerên Ocalan serî li HSK'ê dan û gilî kirin 

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der barê astengkirina hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) dan û gilî kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der barê astengkirina hevdîtina bi muwekîlê xwe re, roja 21'ê Tebaxê serî li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) dan û gilî kirin. Yek ji parêzerên Ocalan Cengîz Yureklî, li ser serlêdanê agahî da. 

Yureklî destnîşan kir, ku rejîma Îmraliyê li ser esasekî derhiqûqiyî hatiye avakirin û got: "A rast Îmralî bi xwe sûc e. Li Îmraliyê mafên asayî nayên sepandin. Tecrîd li ser tecrîdê heye. Ev yek ji bo kesên ku li Îmraliyê her saet, her saniye vê pergalê disepînin rewşeke sûcdariyî dide der."

Yureklî bibîr xist ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve ew nikarin muwekîlê xwe bibînin û destnîşan kir ku mafê hevdîtina malbatê, parêzer û serdêran di qanûnê de hatiye diyarkirin. Yureklî wiha dewam kir: "Berê ji bo daxwazên hevdîtinê hincetên wek 'koster xerabe ye', 'muxalefeta hewayê' dihatin nîşandan. Lê belê piştî Rewşa Awarte hat îlankirin ji van hinceta wêdetir kirasekî din ê 'hiqûqiyî' hat hilberandin. Hîn li holê ti biryarnameyeke di hikmê qanûnê de tine bû, di sibeha 21'ê Tîrmehê de ji bo Birêz Ocalan û 3 muwekîlên me yên din ev biryar hat sepandin. Tevî nivîsa daxwaziyî ya dozger dadweriya înfazê biryarek da. Hem me û hem jî muwekîlên me yên li Îmraliyê îtirazî vê biryara dadweriya înfazê kir, lê belê dadgeha cezayê giran jî rasterast bi awayekî serkî red kir. Li holê li ser derhiqûqiyê lihevkirinek heye û sepandineke ku zêdeyî rayeyên xwe tevdigere heye. Helbet ev sepandin çûn merciyên jorîn; lê belê li holê rewşeke derî qanûna bingehîn, qanûnan û huqûqa gerdûniyî heye." 

Yureklî der barê biryarê de jî ev agahî da: "Di 21'ê Tîrmehê de dozgeriyê bi awayekî eşkere daxwaz kir û dadweriya înfazê di biryara xwe de dibêje ku, 'Di dema Rewşa Awarte de mafê hevdîtin, girtin û şandina nameyê û hevdîtina bi parêzeran a hikûmxwarin di Îmraliyê de hatine sînordarkirin.' Di qanûnê de ji bo muwekîlên me yên hikumxwar tiştekî wisa tine ye. Hikmên tên sepandin ji bo girtiyan têbar in. Ji bo vê selameta lêpirsîn û şopandinê tê gotin. Ji bo hikumxwaran demek tê diyarkirin. Têgeheke bi navê cezayê dîsplînê heye. Ev yek jî merhale bi merhala tê sepandin, dema vê jî herî zede 3 meh e. Yanî tiştekî wek 'di dema Rewşa Awarte de' tine."

Yureklî diyar kir ku di qanûnê de beramberiya vê yekê tine ye û got: "Muwekîlên me di statuya hikumxwaran de ne. Yanî rewşeke cezayê dîsplînê ne mumkun e, lê dadwerî serî li biryareke wisa dide. Ji ber vê yekê ji 21'ê Tîrmehê ve serlêdanên malbatan ên ji bo hevdîtinê û name tên redkirin. Ji ber vê hincetê danûstandina nameyan tê redkirin. Sedema ku em agahiyekê nastînin ev e. Ji xwe li Îmraliyê ti carî mafê telefonê çênebû. Ji ber vê me serî li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) dan û gilî kirin." 

'SÛC DIKIN' 

Yureklî destnîşan kir ku mecbur e ku dadger û dozger li gor qanûnê û qenaetê wijdanî û exlaqî tevbigerin, lê belê serokê HSK'ê jî di nav de hêviya edalet û darazeke serbixwe ji kesayetên îktîdarê û Wezîrê Dadê nayê kirin. Yureklî anî ziman, ku dadgehê hikmeke ku di qanûnê de tine ye afirandiye û biryar daye. Yureklî daxuyakirin ku dadgeh bi vî awayî daxilî qada peywirê ya Meclîsê ya qanûnçêkirinê bûye û bi vî awayî sûc kiriye. 
 
'LI TI DEVERÊ CÎHANÊ SÎNORDARKIRINEKE TOPYEKÛN TINE YE' 

Yureklî ragihand, ku bi Rewşa Awarte û qanûnên Ocalan ên di sala 2005'an de ketin meriyetê ber bi sînordarkiranan ve çûne, lê belê hevdîtinên bi parêzeran bi awayekî topyekûn nayên astengkirin û wiha pêde çû: "Ev, di hevdîtinên parêzeran de hebûna kesê 3'yem e. Wek nekontrolkirina ewraq û belgeyan, sînordarkirin pêkan e. Lê belê li ti deverê cîhanê sererastkirineke qanûnî ya ku bi awayekî topyekûn sînordar dike tune ye. Di mewzûata netewî ya Tirkiyeyê de jî tine ye." 

'DEMA BIRYAR HATE DAYIN, BIRYARNAME TINE BÛ'

Yureklî wiha domand: "Merciyên darazî ku îtirazê lêkolîn dikin, tim balê dikişînin ser biryanameya jimare 667'an. Halbûkî dema ev biryara hatibû dayîn, ev biryaname tine bû. Çima balê dikêşin ser vê biryanameyê. Ev biryaname jî astengkirina van mafan sererast nake. Di vê biryarnameyê de tê gotin ku 'kes û saziyên xwedî raye yên biryarnameyê disepînin, bi ti awayî ne di çarçoveya berpirsiyariyê de ne.' Yanî ji bo nexin çarçoveya berpirsiyariyê tim balê dikêşin ser vê biryanameyê. Ew jî baş hay ji sûcê ku tê kirin hene." Yureklî destnîşan kir ku Îmrali pergaleke hiqûqiyî ye û got: "Hemû sererastkirin li hemberî Îmraliyê hatine kirin, îro ev tenê ne girtîgehan hemû Tirkiyeyê dihebînin." 

Yureklî destnîşan kir ku ji bo aştî û demokrasiya civakiyî têkoşîn divê û ev tişt gotin: "Rejîma Îmraliyê ya berbelav dibe, hemû Tirkiyeyê dihebîne. Di hiqûqê de spesifik, ji bo kes sererastkirinê taybet tine ne. Ya wê bereksiya vana ya ji bo hiqûqê bên teşhîrkirin, ji holê bên rakirin an jî heke ev neyên kirin wê bi hêza vê ev bên berbelavkirin û hemû pergala huqûqê bihebîne. Ev 20 sal in halê huqûqa Tirkiyeyê ev e. Ji Îmraliyê destpê dike û hemû Tirkiyeyê dihebîne." Yureklî destnîşan kir ku di warê huqûqî de heke behsa kesan bê kirin mecbur e pênasekirina nasnameyê bêkirin, lê belê dema mijar dibe Ocalan wiha tê gotin: "Hikumxwarên li Îmraliyê." Yureklî wiha anî ziman: "Yeko yeko an jî pênasekirina nasnameyê ya muwekîlên me tune ye. Di hiqûqê de tiştekî wisa tune ye. Biryareke ku têkiliya hikumxwarên li Îmraliyê bi derve re hatiye birîn heye. Heke mirov bi awayekî eşkere bibêje, ev rewş qedexeya derketina derve ya li Cizîrê, li Sûrê ye. Li hemû Tirkiyeyê îlankirina qedexeya derketina derve ye. Ev yek talûkeyeke wisa dide der ku heke bi bêdengiyî bê pêşwazîkirin wê sibê dusibe li girtîgeheke ku 300-400 hikumxwar lê dibinin bê sepandin, wê hevdîtina bi malbatan, bi parêzeran re bi awayekî topyekûn bê sînordarkirin."

'HEWLDANÊN ME WÊ DEWAM BIKIN'

Yureklî destnîşan kir ku gavên ku di warê çareserkina pirsgirêka Kurd de bên avêtin di heman demê de wê bi xwe re nirxên demokrasiyeke gerdûnî jî bînin û wiha got: "Kesên ku di vî warî de daxwazên wan hebin, divê beriya her tiştî rejîma Îmraliyê nîqaş bikin. Divê raya giştî, hiqûqnas û her kes bi vî awayî nêz bibe."

Her wiha Yureklî diyar kir ku wê giliyên wan berdewam bin û got: "Wê hewldanên me yên di vî warî de berdewam bikin. Lê belê heke daxwazeke hiqûqiyî hebe, heke daxwazî çareserî be divê em civak mafê xwe yê dmeokratîk bi kar bînin û vê yekê bi dengekî bilind daxwaz bikin."