Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzer ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne, serlêdan kirin.

 Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 sal di navbera 2’ê Gulanê û 7’ê Tebaxa 2019’an de 5 caran bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, di 23’ê Îlonê de bi hinceta “nexşerêya” ku Ocalan di sala 2009’an de amade kiribû û ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re qedexe kiribû.