Parêzerên bal kişandin ser binpêkirina mafan a li Cizîrê ketin ber lêpirsînê

18 ji parêzerên ku bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan, ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di nava 12 rojên qedexeya derketina derve de hatin kirin, ketin ber lêpirsînê.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, têkildarî 18 parêzerên li Beyoglû Tunelê çalakiyek lidar xistin û işaret bi kuştina sivîlan li Cizîrê kirin, lêpirsîn da destpêkirin.

Hevseroka Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz Banû Guveren li ser lêpirsînê agahî da ANF'ê û got, "Ji ber ku me li ser qedexeya 12 rojan a derketina derve ya li Cizîrê daxuyanî dan, li dijî me bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' û 'rabûna li ber qanûna meş û xwepêşandanan' lêpirsîn hat vekirin."

Di nava van 18 parêzeran de Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Şaxê Stenbolê Gokmen Yeşîl, ku komeleya wan bi biryarnameyê hate girtin û Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Şaxê Stenbolê Sînan Zîncîr jî hene.

Parêzer Guveren da xuyakirin, ku di çarçoveya xala 301. a Qanûna Ceza ya Tirk de lêpirsîn tê meşandin, lê belê nizanin li hemberî kê tê meşandin.

Parêzer Guveren diyar kir, ew ê roja Înê biçin gel dozgeriyê û îfadeyê bidin. Guveren got, "Weke parêzeran, me tiştên ku dît, eşkere kir. Em bang li saziyên pêwenîdar kir ku hurmetê nîşanî hiqûqê û mafên mirovan bidin. Em ê roja Înê jî heman tiştên me dîtine bibîr bînin û heman bangê bikin."