Parêzerê rojnamevanê Fransî: Divê hikûmeta  Fransa bikeve dewreyê

Parêzerê rojnamevan Loûp Bûreaû yê ku dema di deriyê sînor ê Xabûr re derbas dibû ji ber ku wêneyên şervanên YPG’ê li gel hebûn bi rojane tê ragirtin, banga ketina tevgerê li dewleta Fransa kir.

Rojnamevanê Fransî Loûp Bûreaû yê ku 26’ê Tîrmehê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Şirnexê bû, bi hinçeta kişandina wêneyên şervanên YPG’ê hatibû girtin.

Parêzerê Loûp Bûreaû Martîn Pradel ê li Fransayê, diyar kir ku parêzer û civaka sivîl a li Tirkiyeyê piştgiriya rojnamevan kirine û ji bo bê berdan bi kampanyaya dayîn destpêkirin di nava 24 saetan de 15 hezar kes beşda bûn.

Martîn Pradel destnîşan kir ku şertên girtinê yên Bûreaû di nav de, li Tirkiyeyê mercên klasîk in, diyar kir ku pirsgirêka esasî bêhestyarbûna rêveberên dewleta Fransayê ye.

Pradel ê ku bêdengiya hikûmeta Fransa rexne kir, binî xet kir ku divê hikûmet bi rêyên qanûnî bikevin dewreyê û bidin diyarkirin ku ‘rewşa domandina girtina wî nayê qebûlkirin’. Pradel diyar kir ku divê hikûmeta Fransa girtina kesekê tenê ji ber ku rojnamevane û nayê xistina girtîgehan bide nîşandan.