Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kirin.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin.

Parêzer ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin ku 37 meh in bi ti awayî nikarin agahiyê ji wan werbigirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Bersiv ji serlêdanên ji bo hevdîtinê re nayê dayin. Hin caran jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn û ev yek weke hincet tê nîşandan.