Parêzeran di meha Îlona 2015'an de li Taksîm Tunelê, ji bo balê bikişînin ser kuştina mirovan a li Cizîrê ya di dema qedexeya derketina derve de, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Lê belê 17 ji van parêzeran ketin ber lêpirsînê.
17 parêzer, li Edliyeya Çaglayanê îfade dan dozgerê lêpirsînê Abdullah Yûrtsever û qala binpêkirina mafên mirovan li Cizîrê û kuştina mirovan kirin. Parêzeran gotin, ti ji berpirsyarên sûcên li Cizîrê nehatine darizandin û li ber darizandina mirovên ku nerazîbûn nîşanî komkujiyê dane, rabûn.
Ji Buroya Hiqûqê ya Bindestan Sezîn Ûçar ku yek ji parêzerên ketine ber lêpirsînê ye, bûyerên li Cizîrê bibîr xist û got, "Li Cizîrê û piştî wê li gelek bajaran bi dehan mirov hatin kuştin. Di wê demê de me giliyê rayedarên dewletê yên bûn sedema van kuştinan, kirin. Lê belê ti ji van giliyên me hêjayî nirxandinê nehatin dîtin. Ti ji berpirsyaran nehatin darizandin. Berevajî, kî li ber vî sûcê li dijî mirovahiyê rabûn, kê nerazîbûn nîşan da, hatin girtin yan jî doz li hemberî wan hate vekirin. Ji ber vê yekê doza li dijî me hatiye vekirin ne rewa ye û ne hiqûqî ye."