Parêzer wê bêhiqûqiya li girtiyên Kurd û ATÎK'î tê kirin bişopînin
Heyetek ji parêzeran ji Tirkiyeyê hat Elmanyayê. Heyet wê bêhiqûqiya li girtiyên Kurd û ATÎK'î tê kirin bişopîne.
Heyetek ji parêzeran ji Tirkiyeyê hat Elmanyayê. Heyet wê bêhiqûqiya li girtiyên Kurd û ATÎK'î tê kirin bişopîne.
Heyet, ji bo nêzîkatiya hiqûqa Elman a li girtiyên Kurd û ATÎK'î lêkolîn bike, wê biçe girtîgehan û dozên hatine vekirin bişopîne.
Di nava heyeta roja Duşemê hatin Hambûrgê de ev parêzer hene: Ercan Kanar (Platforma Azadiya ji bo Parastinê), Şûle Recepoglû (Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz), Kemal Toraman (Buroya Hiqûqê ya Açilim), Ozlem Gumuştaş (Buroya Hiqûqê ya Bindestan), Kazim Bayraktar.
Heyet wê 9 rojan li Elmanyayê bigere û li bajarên Hambûrg, Dusseldorf, Dûîsbûrg û Munchenê lêkolîn û hevdîtinan bike. Heyet wê bi parêzerên Elman re rûnê, panelan lidar bixe û daxuyaniyan bide çapemeniyê.
'PÊWÎSTÎ ÊDÎ BI ŞOPANDINA HIQÛQA ELMAN HEYE'
Heyet, duh êvarê li ser banga MLPD, Courage, ATÎF, AGÎF û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê beşdarî mîtînga bi navê 'piştgiriya ji bo şervanên azadiyê' bû. Di mîtîngê de daxwaza rakirina xala 129 b a Qanûna Ceza ya Elman hat kirin û hat xwestin, siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak ê li Hambûrgê tê darizandin, bê berdan.
Parêzer Ercan Kanar li vir peyivî û armancên heyetê bi kurtasî rave kir. Kanar bibîr xist, ku berê heyetên ji Elmanyayê dihatin dozên siyasî yên li Tirkiyeyê dişopandin, lê êdî ji ber zexta Elmanya ya li gorî polîtîkayên Tirkiyeyê, parêzerên ji Tirkiyeyê pêwîstî bi şopandina hiqûqa Elmanyayê dibînin.
Piştre ji parêzerên Bedrettîn Kavak Frank Jesenskî mafê axaftinê wergirt û da zanîn, bi helwesta dewleta Elmanyayê re daxwaza Erdogan a ji bo tinekirina Kurdan zêde bûye. Jesenskî da xuyakirin, ku siyasetmedarên Kurd tevî ku ti sûcekî şexsî nekirine jî bi sûcdariya 'endametiya rêxistina terorê' ji sê heta şeş salan hatine cezakirin û ev yek şermezar kir. Jesenskî ragihand, rûniştina 10 girtiyên ji endametiya TKP/ML tên darizandin, wê di 17'ê Hezîranê de destpê bike.
RÛNIŞTINA DOZA KAVAK TÊ ŞOPANDIN
Heyeta parêzeran ku rûniştina îro ya siyasetmedar Bedrettîn Kavak şopand, danê vê sibehê saet di 08:30 de li pêşiya avahiya dadgehê tevlî daxuyaniya çapemeniyê bû. Parlamenterê Partiya Çep Martîn Dolzer diyar kir, doz ji ber sedemên siyasî hatiye vekirin û xwest qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.
Partiya Çep wê saet di 19:00 de jî li parlamenta eyaletê panelek bi navê "Li Tirkiyeyê rewşa polîtîk û hiqûqî" organîze bike û tevî Parêzer Kanar wê Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba hezer, Parlamenterê Patiya Çep ê Elmanya Jan von Aken û Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr weke qiseker lê amade bin.
Sibe jî wê parêzer li girtîgehê bi Bedrettîn Kavak re hevdîtinê bikin.