Parêzer Gulum: Jina şîdetê dibîne dest ji hevserê xwe berdide

Parêzer Gulum: Jina şîdetê dibîne dest ji hevserê xwe berdide

Parêzer Zuleyha Gulum, da zanîn ku saziya zewacê ya herî piştgiriyê dide serdestiya mêr û kapîtalîzmê û got: “Keda jinê ya di hundirê malê de bi navê ‘hezkirinê’ de tê mêtin.” Gulum da zanîn ku divê têgeha şîdetê jî bê nîqaşkirin û wiha got: “Daraz û civak şîdetê hê wek şîdeta fizîkî ya giran dibîne. Rewşê psîkolojîk, aborî, tecawiz, zewaca nav malê û astengkirina azadiyê wek şîdet nayên dîtin.” Gulum bi lêv kir ku piraniya şîdetê ji ber dozên hevberdanê pêk tên.

Em bi parêzera Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Zuleyha Gulum re saziya zewacê ya heyî û zêdebûna dozên hevberdanê axivîn.

Gulum bal kişand ser zewac an jî saziya malbatî û got: “Ev bingehek ku li ser serdestiya mêr hatiye avakirin.  Li ser saziya malbatî mêr fêdeyê digirin û di heman demê de pergala kapîtalîst jî fêdeyê digire. Ev saziyeke ku hevkariya kapîtalîzm û mêr nîşan dide.  Ev sazbûna ku dest datîne ser ked, beden û nasnameya jinê. Ji ber vê jî malbat an jî zewac rê li ber pelçiqandina jinê vedike. Dema mirov di vî alî de binêrin ev rewş di ti deman de nehatiye gurhetin. Malbat keleha serdestiya mêr e.”

Gulum li ser dozên hevberdanê jî sekinî û wiha berdewam kir: “Malbat li gorî hewcedariyên kapîtalîzmê her tim ji nû ve teşe dibin.  AKP jî dixwaze malbatê bi hêz bike, serdestiya mêr biparêze. Parastina serdestiya mêr, parastina malbatê tîne ew jî ya dewletê tîne.  Li aliyekî karê ewlehiya wan tine li jinan ferz dike. Li aliyê din jî di encama taybetkirina xizmetên cemawerî de van karan li jinan bar dikin.  Keda jinê ya di hundirê malê de di bi navê ‘hezkirinê’ de tê mêtin. Ji aliyê desthilatdariyê ve malbat pîroz tên dîtin.

Di pêvajoyên hevberdanê de,  sererastkirinên wek rêbazên lihevanînê û çûyîna psîkologan tên kirin. Hewl didin pêşî li hevberanan bigirin û yan jî li pêvajoyê belav bikin. Li gel van pêkanînan jin li gorî berê zêdetir daxwaza hevberdanê dikin.

HEVBERDAN DI PÊVAJOYÊN ZEHMET RE DERBAS DIBE

Dozên hevberdanê di pêvajoyên zehmet re derbas dibin. Jin bi rastî jî heta wan nedin zorê hevberdanê tercîh nakin. Ji ber ku şert û mercên aborî-manewî ya civakî tine, jin dest ji dozan berdidin. Jinên ku di pêvajoya zewaca xwe de keda wan tê desteserkirin, destpêkê bi pirsgirêkên aborî re rû bi rû tên hiştin.”

Gulum da zanî pîroz dîtina zewacê, mêtingeriya jinê, şîdeta li ser jinê bi xwe re tîne. Gulum da zanîn ku di piraniya dozên hevberdanê de şîdet heye û got: “Carinan sedema hevberdanê ya yekem şîdet e. Her wiha sedemên wekê  pêkneanîna peywira xwe, betaliya wan, qumar- alkol û xapandin tên. Lê di dozên berdanê de şîdet hinceta herî mezin e.”

Gulum da zanîn ku jin di mijara mafên jinan de zêde ne bi hişmendin û wiha got: “Jin nikarin mafên wan ên ku bi qanûnan hatiye dayîn jî hîn bibin. Ev derfetên wan hatine astengkirin. Rêya wan a xwegihandina agahiyan hatiye girtin.  Lê li gorî berê hinekî pêş ketine."

Gulum axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di 8’ê Adara 2012’an de  Qanûna Der barê Şopandina Şîdeta li ser Jinê û Parastina Malbatê ya hejmar 6284 hat qebûlkirin.  Beriya vê jî Qanûna Der barê Parastina Malbatê ya Hejmar 4320 hebû lê têr nedikir. Di encama têkoşîna rêxistinên jinan û femînîstan de qanûna hejmar 6284 hat qebûlkirin.  Ev qanûna li gel kêmasiyan û weke ji navê wê jî tê fêmkirin jî bi hedefa ku malbatê diparêze derket, hukmên wekê pêşîgirtina şîdeta li ser jinê digire nav xwe. Ji bilî vê qanûnê gelek sererastkirin jî ketin meriyetê.  Peymana Stenbolê ket meriyetê. Lê pirsgirêk bi sererastkirina qanûnan ne sînor e.”

GELO CIVAK GUHERÎ

Gulum da zanîn bê guman civak ji serdestiya mêr ne muaf e û da zanîn ku koletiya jinê ya di malbatê de di nava civakê de jî hebûna xwe diparêze û  ji ber vê yekê jî jinên dest ji hevserê xwe berdidin di nava civakê de wek jinên ne ‘makul’ tên qebûlkirin.

 Gulum wiha berdewam kir: “Heta ku zewac  bi hevkariya mêr û kapîtalîzmê bimeşe wê ne demokratîk be. Ya Demokratîk ev e ku divê alî azad û wek hev bin. Şeklê têkiliyeke wiha rast e. Jin bi têkoşîna ku didin dikarin rê bigirin lê cîhaneke ku pergala serdest a mêr tune jî mimkun e.

JINA NE DAYIK BE KÊM E!

Pîrozdîtina dayikbûnê jî li ser jinê amûra zextê ye. Taybetiya jinê ya zarok anînê li ser wê tê rewşa avabûna desthilatdariyê.  Dayikbûn bûye wek pîşeyekê. Jina ku zarokê nayne kêm tê dîtin.”

Gulum  di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo sazbûna newekhev ya ku zewac ferz dike bê şikandin û jin hewcedariyên xwe bi awayekî wekhev û azad pêk bînin divê gelekî têbikoşin.