Parêzer dîsa rastî astengiya 'Keştî xerabe ye' hatin

Parêzer dîsa rastî astengiya 'Keştî xerabe ye' hatin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bîne serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa bi hinceta "Keştî xerabe ye" parêzer hatin astengkirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mehmet Devran Devrîm, ji bo bi muvekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bine serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgerê Komarê yê Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi hinceta "Keştî xerabe ye" destûr nedan ku parêzer biçin û serlêdana wan red kir.

Parêzerên Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (517 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Parêzerên ku heta niha 143 hefte ne serlêdanê dikin, her tim bi hincetên "Kêştî xerabeye", "Rewşa hewayî", "Kêştî di temîrê de ye" û "Kêştî ji temîrê hate lê belgeyên wê kêm in" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.

Îro Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn di bernameya NTV de îdîa kir ku şert û mercên Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê û Îmrahiyê wek hev e û cudahiyê naxin navbera girtîgehan.