Papa wê sala 2020'î serdana Başûrê Kurdistanê bike

Hate ragihandin, lîderê rûhanî yê Katolîk Papa Franciscus wê Sibata 2020'an dest bi gera xwe ya li Rojhilata Navîn bike û serdana Hewlêrê jî bike.

Welatên ku lîderê rûhanî yê Katolîk Papa Franciscus sala 2020'î serdana wan bike hate eşkerekirin.

Li gorî vê yekê wê Papa Franciscus di çarçoveya metna têkoşîna dijî tundiyê de ku di Sibata sala 2019'an li paytexta Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Abû Dabî bi Şêxê El Ezher Îmam Ahmed al Tayyeb re mohr kir wê dest bi gera Rojhilata Navîn bike.

Di mehên destpêkê yên salê de Papa wê serdana paytexta Iraq Bexdayê bike û piştre li bajarê Necefê ku piraniya şêniyên wê Şîa ne bi lîderê olî yê Şîa yên Iraqî Ayetûllah Alî Sîstanî re hevdîtinê bike.

Li gorî ajansa nûçeyan a Katolîk Kathpressê, di gera Iraqê de wê Papa serdana paytexta Herêma Kurdistanê ya Federe Hewlêrê jî bike. Hate ragihandin ku Papa wê li Hewlêrê hem bi rêveberên herêmê re hem jî bi nûnerên hindikahiyên Xiristiyan ên li herêmê re hevdîtinê bike.

Kardînalê Patrîkiya Keldanî-Katolîk Mar Louis Raphael Sako ji ajansê re axivî û diyar kir, ew ji serdana Papa Franciscus gelekî bi hêvî ne. Sako anî ziman ku tenê 50 ji sedî yê Xiristiyanên piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ji herêmê çûn vegeriyan û ragihand, yên mayî jî çûne Ewropa, Awûtsralya û Emerîkayê. Her wiha anî ziman ku di serdana herêmê de ew li bendê ne ku Papa ji bo Xiristiyanên li herêmê peyamên girîng bide.