Papa ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê bang kir
Papa ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê bang kir
Papa ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê bang kir
Lîderê Xiristiyan Francis Papa bang li hemû siyasetmedar û rêveberên olî kir ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Xiristiyan û Êzidiyên ên li Iraq û Sûryeyê, derkevin.
Der barê mijarê de Lîderê Xiristiyan Francis Papa ji rojnameya Îsraîlî Yedioth Ahronoth re axivî û wiha got: “Ev tundiya ku îro ser Xiristiyanan tê meşandin ji dema hebûna wan a yekemîn heta roja îro, tundiya herî xerab e."
Francis Papa di nava gotinên xwe de wiha anî ziman: “Ev êrîşên hov ên ku di dema niha de çêdibin nayên wesifandin."
Francis Papa axaftina xwe bi dawî kir: “Tundiya ku li ser Xiristiyan, Êzidî û hemû pêkhateyan, hewcedarî bi helwesteke leheng û aşkera ji aliyê siyasetmedar û rêveberên olî bi taybet ên Misilman heye."