Papa Francîs: Ez gelê Kurd ji dil silav dikim

Serokê rûhanî yê Katolîkan Papa Francîs li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê tevlî ayînekê bû û got, “Ez gelê Kurd ji dil silav dikim.”

Papa Francîs li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê tevlî ayîna li Stadyûma Franso Harîrî bû. Nêzî 11 hezar kes tevlî ayînê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Kubad Talabajî jî tevlî ayînê bûn.

Papa di ayînê de diyar kir ku li Iraqê li ba her kesî birînên şer heye û got, “Dêr li Iraqê dijî û û Mesîh di nav de ye. Ji bo em dilê xwe paqij bikin, divê em destê xwe qirêj nekin. Em ê çawa dilê xwe paqij bikin? Em bi tena serê xwe nikarin vî tiştî bikin, pêdiviya me bi kesên din heye.”

Papa got ku “Ez gelê Kurd ji dil silav dikim. Niha ez vedigerim Romayê lê ew ê Iraq her dme di dilê min de bijî.”

Wê Papa sibê vegere Romayê.