Ozgen: Dixwazin bajarên Kurdan bikin ‘bihişta erzan’

Ozgen: Dixwazin bajarên Kurdan bikin ‘bihişta erzan’

Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen destnîşan kir ku, bi operasyonên di bin navê ‘KCK’’ê yên li dijî endam û rêveberên wan, armanca wan hedefgirtina yeketiya kedkarên Kurd û derdorên demokrat yên Tirkin, lê belê ev di lehê hikumetê de bi encam nebû. Ozgen diyarkir ku, hikumeta AKP’ê di dema nû de plan dike ku polîtîkayên mêtîngeriyê li ser xebatkarên Kurd berfireh bike.

Serokê Giştî yê Federasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Lamî Ozgen got, Hikumeta AKP’ê tehemula tekoşîna hevpar ya şoreşgerên Kurd nake. Ozgen operasyonên di bin navê KCK’ê yên 2012’an jî weke nîşanên bêtehemuliyê nîşan da û ev tespît kir: “Wateyek taybet ya operasyonên li dijî muxalefeta Kurd ya demokratîk û aliyê kedê heye. Li aliyekê dixwazin Kurdan bihelînin, li aliyê din jî xwestin zirarê bidin tekoşîna hevpar ya kedkarên Kurd û kedkarên Tirkiyeyê. Ji ber ku KESK rolek yê pirê dileyîze. Li Tirkiyeyê gelek rêxistinên ked û pîşeyê, di nava dînamîkan de rolê pirê dileyîzin; ji ber ku ji aliyê gelek kesan ve tê pejirandin, xwestin bê îtibar bikin.”

Li gorî Ozgen, hikumetê hewil da kesimên cûda yên di nava KESK’ê de bîne beramberî hev: “…Bi vî awayî xwestin KESK’ê perçe bikin, dabeş bikin. Niyeta AKP’ê ya di operasyonên ‘KCK’’ê ya li dijî konfederasyona me ev bû. Lê belê ji ber ku KESK bi awayek yekgirtî xwedî lê derket, ev yek bi serneket; hat vala derxistin.”

Her wiha Ozgen diyarkir ku, AKP’e li dijî kedkarên Kurd polîtîkayekî mêtîngeriyê pêktîne. Ozgen da zanîn ku, “Kurd ji aliyê AKP’ê ve weke hêza kar ya erzan tê bikaranîn.” Ozgen aşkera kir ku, ev biryar di Projeya Îstîhdama Netewî ya ji aliyê Wezareta Ewlekariya Civakî ve hatiye girtin.

QISMEK YÊ SEKTORAN DÊ BIBIN BAJARÊN KURDAN

Ozgen balkişande ser ku, Kurd li metropolên Tirkiyeyê weke hêza kar ya erzan didin xebitandin û diyarkir ku, êdî ev pêkanîn dê li bajarên Kurdan jî bên belavkirin. Ozgen destnîşan kir ku, “Ev dê sazûmaniya mêtîngeriyê li herêmê qat bi qat zêdetir bike. Dê hewil bidin di sînorê xizanî û birçîtiyê de kar bikin, li rexmî ku xwediyê kar jî bin dê bi stratejiyekî koletiyê re rû bi rû bimînin. Ji xwe ji ber sedema şer Kurd hêza kar ya erzanin. Di sektorên pîşesazî, înşaat û tekstîlê de rewş wisane.” Ozgen da zanîn ku, hikumet plan dike ku qismek ya sektoran bibe bajarên Kurdan, ev ne di lehê Kurdan de tam berevajî li dijî Kurdane; dê li herêmê ji pereyê asgarî kêmtir, pereyê bidin karkerên Kurd. Ozgen aşkera kir ku, “Dixwazin xebatekî ji ewlekariyê û baweriyê bêpar pêşkêşî Kurdan bikin, dixwazin di nava sermayeya navnetewî de bajarên Kurdan bikin bihişta erzan.”