Otobusa ji Ocalan re azadî li Den Haagê bi coş hate pêşwazîkirin

Otobusa “Pirtûkxaneya Ocalan- Ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî” ku 9’ê Cotmehê bi daxwaza azadiya Ocalan ji Strasboûrg ê Fransa kete ser rê, li bajarê Den Haagê yê Hollanda ku welatê 6’emîn ku diçeyê bi coş hate pêşwazîkirin.

Otobusa “Pirtûkxaneya Ocalan- Ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî” ku 9’ê Cotmehê bi daxwaza azadiya Ocalan ji Strasboûrgê kete ser rê, di nava 19 rojan de piştî Elmaya, Swîsre, Avûstûrya, Fransa, Belçûka û şûnde derbasî li bajarê Den Haagê yê Hollandayê bû.

Otubusa ku ji aliyê sedan kes ve bi coş hate pêşwazîkirin li vir mîtîngek hate lidarxistin. Hunermendên Kurd li vir konser dan û di axaftinên hatin kirin de bal hate kişandina ser rewşa Ocalan li nav.

Otobusa ji Ocalan re azadî piştî gera li Belçîkayê derbasî bajarê Hen Haag ê Hollandayê bû. Di saetên danê nîvroyê de bi sedan kes li pêşiya avahiya Dîwana Edaletê ya Laheyê bi mîtîngekê otobus pêşwazî kirin, li vir bi stanên cuda pirtûkên Ocalan dan nasîn, broşorên têkildarî mijarê hatin nasandin û axaftinên cuda cuda hatin kirin.

DIRÛŞMÊN ‘BILA ERDOGAN BÊ DARIZANDIN’

Di axaftinên Îngîlîzî û Hollandî yên li ser navê otubusa “Pirtûkxaneya Ocalan- Ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî” hatin kirin de, bal hate kişandina ser ramanên Ocalan û wiha hate gotin: “Niha Ocalan di nava tecrîdekî girnakirî de ye. Ev nêzî salekê zêdetire ku agahî jê nayê girtin. Em jî bi otubusê raman û felsefeya Ocalan ji bo raya giştî ya Ewropayê vedibêjin.”

Di dema axaftina de dirûşam” Bila terorîst Erdogan bê darizandin” hate qîrkirin. Piştre Hunermend Seyda Perînçek konserekî biçûk da. Piştî mîtînga hate kirin û şûnde li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê panelek hate lidarxisin. Di panelê de li ser raman û felsefeya Ocalan hate kirin.