OSCE: Divê Tirkiye dev ji zexta li ser rojnamevanan berde
Nûnerê Azadiya Medyayê yê Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê (OSCE) Harlem Désir bang li hikumeta AKP’ê kir ku bila dev ji zexta li ser rojnamevanan berde.
Nûnerê Azadiya Medyayê yê Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê (OSCE) Harlem Désir bang li hikumeta AKP’ê kir ku bila dev ji zexta li ser rojnamevanan berde.
Désir got, “Doza li dijî nivîskarên rojnameya Cûmhûriyetê û endamên wê yên rêveberiyê diyar dike ku li Tirkiyeyê parastina rojnamevaniyê û başkirina azadiya çapemeniyê pêdiviyeke lezgîn e. Tekane rêya bi bandor a avakirina civakeke xurt û demokratîk ev e ku divê azadiya ramanê û ewlekarî wekî hev bi pêş ve biçin. Çapemeniya azad ji bo çareseriyên aştiyane divê qadê biafirîne."
'ZEXTA LI SER AZADIYA RAMANÊ!'
Désir diyar kir ku ne bi tenê rojnamevan, li Tirkiyeyê zexta li ser bikarhênerên medyaya civakî û ya li ser parêzvanên mafên mirovan wî dixe nav fikaran û got, "Tedbîrên di çarçoveya Rewşa Awarte de li ser azadiya raman û çapemeniyê zexteke ne hewce û mezin pêk tîne. Ez bang li rayedaran dikim ku ji bo parastina azadiya raman û çapemeniyê bila sererastkirinên siyasî û zagonî pêk bînin. Di vî warî de ofîsa min amade ye ku alîkariya Tirkiyeyê bike."