Operasyonên qirkirina siyasî: Li Manîsayê 9 kes hatin girtin

Li Manîsayê ji 10 kesên ku operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin 9 jê hatin girtin. 5 ji endamên perwedehiyê yên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin jî piştî îfadeyên wan ên li dozgeriyê û şûn de hatin berdan.

Li navçeyên Salihlî û Tûrgûtlûyê, di 20'ê meha Çileyê de rêveberên HDP'yî jî di nav de 10 kes ji ber parvekirinên li ser torên civakî hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî 11 rojan sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 10 kesên li Dadweriya Cezayê Sûlhê îfadeyên wan hatin wergirtin 9 jê bi heman hincetê hatin girtin, kesek jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Li aliyê din, 6 roj berê 18 endamên Egîtîm-Senê yên ji ber greva ku beşdarî wê bûbûn li Kemalpaşaya Îzmîrê hatin binçavkirin, 10 jê piştî îfadedayîna li muduriyeta polîsan hatibûn berdan, 8 jê jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji 8 kedkarên perwerdehiyê 5 jê piştî îfadedayîna li dozgeriyê hatin berdan.