Operasyona li hemberî MEBYA-DER’ê hate protestokirin

Pêkanîna qirkirina siyasî ya li hemberî MEBYA-DER a li Stenbol û Êlihê hat protestokirin. Di daxuyaniyan de bal hat kişandin ku girtina dayîkên bi temen nîşan dide bê ka desthilata AKP-MHP’ê hatiye çi astê.

ANYAKAY-DER a ku bertek nîşanî destgîrkirin û girtinên li hemberî MEBYA-DER’ê da û diyar kir ku saziyên ku di qadên mafê mirov de têkoşînê dikin hewl tê dayîn ku bi destê dewletê bên krîmînalîzekirin.

Saziya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên xwe Wendakirinî yên Anadolûyê (ANYAKAY-DER) di şaxa xwe ya Aksaray a Stenbolê daxuyaniyek da û bertek nîşanî destgîrkirin û girtinên ku di encama operasyona polîsan ya 27’ê Sibatê li Amedê li ser Saziya Alîkarî û Piştewaniya bi Malbatên Xizmên xwe Wendakirî ya Mezopotamiyayê pêk hatibû da.

Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Sûltan Karasû got: “Piştî destgîrkirinên destpêkê jî di çarçoveya heman lêpirsînê de li hemberî rêveber û endamên MEBYA-DER’ê destgîrkirin û girtin dom kiriye. Piraniya yên hatine destgîrkirin kesên ku temenê wan 60-70 û 80 salî û bi nexweşiyên kronîk bûne. Ya esas ev e, tevî ku pêwîst e wana ji bo îfadeyê bên vexwendin, di saetên sibehê bi serdegirtina malan ve destgîrkirina wan rewşeke ku di aliyê huqûqî û exlaqî de neyê pejirandin. Ragirtina wan a demdirêj ya di pêvajoya destgîriyê de di demeke wisa de ye ku di şert û mercên pandemiyê de kesên bi temen yên nexweşiya wan ya kronîk heye, nêzîkatiyek xirab e.”

Karasû diyar kir ku MEBYA-DER rêxistineke civaka sivîl e û anî ziman: “Têkoşîna maf tê krîmînalîzekirin.” Karasû her wiha bibîr xist ku ya tê kirin derhuqûqî ye û armanca wê “Siyaseta şkandinê” ye û xwest ku hemû endam û rêveberên saziyê yên hatinî girtin û destgîrkirin demildest werin berdan.

ÊLIH

Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Êlihê li avahiya meclîsê têkildarî girtina rêveberên saziyê Meryem Soylû (79) û Hatûn Aslan (71) yên di operasyona li hemberî MEBYA-DER’ê hatibûn destgîrkirin daxuyaniyek da. Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, Berdevka Meclîsa Jina a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ya ku ji erkê hate dûrxistin û li şûna wê qeyûm hatin danîn û çalakvanên TJA’yê tevlî daxuyaniyê bûn.

Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Sûltan Azboy got ku girtina dayîkan raxiste ber çavan ku girtin û destgîrkirinên dewlet pêktîne gihîştiye çi astekê. Azboy ragihand: “Ma qey di destê dayîkan de çek hebû? Tenê dixwazin mirov nemirin. Dixwastin ku tu kes bi awayekî ne huqûqî neyê girtin. Encax ew girtin. Yên dayîkan digrin çi dixwazin? Em wan şermezar dikin. Derhiqûqiyekî din li ser bi dehan pêkanînên derhiqûqiyê ku çêbûnî zêde bû. Deqeke din ê reş ku wek deqa reş derbasî dîrokê bûye.”

Azboy anî ziman ku ev ê wek dayîka li hemberî êrîşên li ser wan têkoşîna xwe mezin bikin û wiha pê de çû: “Ev soza me ya ji bo girtiyan e; em ê li pey wan bin û em ê têkoşîna ku wan li derwe hiştî birêve bibin. Ew li hindur û em jî wê li hemberî derhuqûiyên pêktên li berxwe bidin.”