Operasyona El Qaîmê ya artêşa Iraqê didome
Fermandarê Operasyonên Hevpar Yahya Resûl bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyona navçeya El Qaîmê ya Enbarê de, ji roja Pêncşemê û vir ve 75 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Fermandarê Operasyonên Hevpar Yahya Resûl bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyona navçeya El Qaîmê ya Enbarê de, ji roja Pêncşemê û vir ve 75 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Resûl diyar kir, ku hêzên Iraqê li herêmeke berfireh a naveçyê ku saziyên girîng û gelek gund di navê de ne, serwer bûne.
Yekîneya Agahdariya Leşkerî ya ser bi Wezareta Parastinê ya Iraqê jî ragihandibû ku artêşê û hêzên Heşdî Şabî gundên En Nezve, En Nehye, El Imarî, Et Tazaliyye û Retace, her wiha pira El Hur, stasyona trenê ya Qaîm, febrîqeya sererastkirina vagonên trenê, santrala elektrîkê ya Qaîmê, santrala gazê ya Ûkazê û ehrêma El Meşarî yên navçeya El Qaîmê kontrol kirine.
Ragihandibû ku balafirên şer ên Iraqê li Qaîm û Ravayê bombe li 8 çeperên DAIŞ'ê barandin, di êrîşan de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, depoyeke teqemeniyan û cebilxaneya DAIŞ'ê hatin rûxandin.