Onlu yê HDP’yî, bi wêne bersiva Waliyê Dersimê da
Parlementerê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, daxuyaniya Waliyê Dersimê yê ku têkildarî parvekirinên şewitandina daristanan a li Dersimê nerast in, direwand.
Parlementerê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, daxuyaniya Waliyê Dersimê yê ku têkildarî parvekirinên şewitandina daristanan a li Dersimê nerast in, direwand.
Şewata ji ber topbarana dewleta Tirk a li 5 navçeyan û navenda Dersimê derketî dewam dike, Waliyê Dersimê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku wêneyên li ser tevnên civakî têkildarî şewata daristanan tên parvekirin nerast in. Li dijî vê daxuyaniya walîtiyê Parlemeterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dersimê Alîcan Onlu bi parvekirina wêneyan a li ser tevna civakî bersiv da.
Onlu têkildarî şewatê li gel wêneyê parvekirî ev tişt gotiye: “Waliyê Dersimê diyar kiribû ku şewat hatiye mezinkirin û wêneyên hatine parvekirin ên cihekî dine. Niha cihê lê Kûtûdere yê, gundê Kuvarikê dişewite. Ev der jî îro li Pulurê daristanên gundikê Savkan û gundê Yayalagunuyê ne.
WALÎTIYÊ ÇI GOTIBÛ?
Walîtiya Dersimê îro di daxuyaniya xwe de ev tişt gotibû: “Di nûçeyên cuda cuda yên li ser tevnên civakî û dezgehên weşanên de derketin pêş, bi dibin sernavên ‘Dersim dişewite’ nûçeyên ti eleqeya xwe nînin servîs dikin û wêneyên şewatê yên ne girêdayî bajarê me tên bikaranîn.”