Onder Tugluk parast û bal kişand ser komkujiyê

Onder Tugluk parast û bal kişand ser komkujiyê

Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Sirri Sureyya Onder ê di heyeta HDP’ê ya bi Alîkarê Serokwezîrê Tirk Yalçin Akdogan re hevdîtin pêk anî de cih digire, piştî hevdîtinê daxuyaniyek da. Onder mijara ku Aysel Tugluk kevir avêt polîsan wek refleksa xwezayî terîf kir û wiha got: “Li wê refleksa xwezayî ya li wir nenêrin. Li komkujiya hov a 300 metre dûrî wê rû dide binêrin.”

Heyeta HDP’ê piştî hevdîtina duh a bi rayedarên hikûmetê re îro bi Alîkarê Serokwezîrê Tirk Yalçin Akdogan re hat gel hev. Heyeta HDP’ê piştî hevdîtinê agahî dan çapemeniyê. Parlamenterê Stenbolê yê HDP’ê Sirri Sureya Onder ê li ser navê komê axivî, têkildarî pirsa li ser mijara ku Parlamentera Wanê ya HDP’ê Aysel Tugluk ku kevir avêt polîsan, got ku refleksa Tugluk reflekseke rast e.

Onder diyar kir Tirkiye li hember bûyerên ku li herêmê rû didin hatiye ber qonaxeke nû û mijara ku polîs bi tundî êrîşî mirovên diçin herêmê dikin bibîr xist û ji bo refleksa Tugluk wiha got: “Li dijî êrîşa bi bombe û gazan divê em wek reflekseke rast em lê binêrin. Eger em naxwazin pirsgirêka şer li xaka me jî bandora xwe bike, ne li wê refleksa xwezayî ya li wir, divê em bala xwe bidin ser komkujiya hovane ya 300 metre dûrê wê rû dide.”

Onder têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî got ku hêvîdar in vê hefteyê hevdîtinê pêk bînin û têkildarî mijarê serlêdan kirine.

Onder hewldanên der barê herêma tempon de jî got ku nayê qebûl kirin û wiha dewam kir: “Piştî em van hevdîtinên xwe temam bikin em amade ne daxuyaniyên hîn berfirehtir bikin.”