Onder: Li ser pêşnivîsê me nirxandin kirin
Onder: Li ser pêşnivîsê me nirxandin kirin
Onder: Li ser pêşnivîsê me nirxandin kirin
Pêşnivîsa ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo çareserkirina pirgsirêka Kurd hevdîtinên ku tên kirin vegerin muzakereyê hate amadekirin, di hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan de hate destgirtin. Têkîldarî mijarê endamê heyetê Sirri Sureyya Onder axivî û diyar kir ku wan li ser pêşnivîsê nîqaş kirine, piştî bi hikûmetê re yek- du hevdîtinên din bikin Wê wekî heyet biçe Qendîl
Heyeta Îmraliyê ya ku hate berfirehkirin di 29'ê Mijdarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn û di hevdîtinê de Ocalan pêşnivîsa ku amade kiribû, pêşkêş kiribû. Heyeta Îmraliyê ji bo ku têkîldarî pêşnivîsa hatiye amadekirin bi nîqaş bikin bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtin pêk anîn. Heyeta Îmraliyê ya ji Wekîlên Koma HDP'ê Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken, Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle pêk tê piştî hevdîtinê daxuyanî dan çapemeniyê.
Berdevkê Heyetê Sirri Sureyya Ander piştî hevdîtina ku 2 saetan berdewam kir de got ku di hevdîtinê de pêşnivîs girtine dest û ev tişt anî ziman: "Me hin pêşniyar û mijarên ku lihevkirine yan na nîqaş kir. Piştî hevdîtineke din em ê biçin Qendîlê û bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinê pêk binin. Dê Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî beşdar bibe. Niha me li ser pêşnivîsê hin nirxandin kir. Asta ku em têde ne em ê bi lijneyên xwe yên partiyê re parve bikin û binirxînin, piştre cardin em ê bi birêz Yalçin Akdogan re hevdîtinê pêk bînin."
Onder pirsên ku di hin mijarên pêşnivîsê hikûmet li dij derdikeve de jî bersiva "Em ne di vê astê de ne, made bi made em li dijî vê ne yan jî di vê de li hev dikin de nîn in, tiştekî wisa nîn e. Em hêj nehatine vê astê. Nêzîtakiyên xwe yên giştî, pêvajoya girêdana taqvimekî em rû bi rû nîqaş dikin. Ji bo vê yekê em ê hevdîtineke din jî pêk bînin. Asta ku em têde ne em ê bi lijneyên xwe yên têkîldar ve, bi hevserokên xwe re, hevparên xwe re nîqaş bikin û piştre hevdîtinekî din jî pêk bînin û piştre jî serdana Qendîlê bikin" bersivand.
Onder têkildarî pirsa dê bi hikûmetê re hevdîtin kengî pêk bê de jî bersiva "Di nava yek du rojan de, hevdîtinekî yan jî 3 hevdîtinan pêk bînin. Dê trafîkeke hevdîtinan ya zêde bê kirin" bersivand. Heyet têkildarî pirsa dê heyet berfireh bibe de jî bersiva "belê dê bê berfirehkirin" da.
Onder bersiva pirsa ligel paketa ewlehiyê ya di meclîsê de tê dîtin pêvajo bi awayeke rêk û pêk pêktê jî wiha da: "dibe ku em wan biaxivin" Onder bersiva gotina Serokwezîr a "zelaliyê" da û wiha got: "Tu kes hînî me pirsgirêka zelalbûnê li vî welatî pêk anîne û hikûmet jî di nav de tu sazî vê yêkê pêk naynin. Ji ber ku zelalbûn bi berdêlên vê siyasetê dayîn tê xuyankirin. Em berdewam kevneşopiya siyaseta bi berdêlên girtîgeh, sirgûn û mirinê ne. Di pirsgirêka zelalbûnê de tu pirsgirêk tunenen. Birêz Serokwezîr bi zelalbûnê bi bûyera Çewlîkê di hemû aliyên patolojîk de aşkera bike dikare destpê bike."
Onder bersiva pirsekî din jî wiha da: "Di sekreterya û lijneya şopandinê de tu pirsgirêk tunene. Tu helwestên astengiyê me nedîtin û em ev yekê di nava demokratîkbûnê de û bi rihê giştî girt dest." Onder bersiva dê çend kes tevlî heyetê bibin jî wiha da: "Çiqas berfireh bibe ewqas dê berfireh bibe. Armanca me aştiya mayînde ye.Divê em ji nav û hejmarê re bela xwe nedin."
Onder bersiva pirsa "Gelo hûn tên mijûlkirin?" jî wiha da: "Helwesta objektîf a naih helwesta mijûlkirinê nîn e. Bi gitşî êdî serdema rêbazên dijdemokrasiyê li hemberî gelên Tirkiyeyê bikarbînin derbasbûye." Onder anî ziman ku dê bi Leyla Zana re biçin Qendîlê.
'PERGALA CEMAWERIYÊ BI ASTENGIYA MAFAN PÊK NAYÊ'
Onder da zanîn ku ew weke hikûmetê berê xwe nadin pirsgirêka pergala cemaweriyê û got, "Cihê hikûmet berê xwe didinê gelek bi pirsgirêk e" û wiha axivî: "Di aliyê têgeh de li cihê hikûmet berê xwe didê em berê xwe nadinê. Em xwedî ramanên cuda ne. Ji xwe mirovên xwedî heman ramanan muzakereyan nakin. Divê azadî neyên astengkirin bên berfirehkirin. Hikûmet weke pirsgirêka asayîşê berê xwe didê."