Onder: Em edaletê dixwazin, ne dilrehmmiyê!

Sirri Sureya Ondar ê HDP’yî, bal kişand ser rewşa tenduristiya Ahemt Turk û got: “Em ne dilrehmiyê dixwazin, daxwaza me ya sereke edalet e.”

Piştî ku Hevşaredarê Bajarê Mezin Ahmet Turk birin Saziya Tiba Edlî (ATK)ya Stenbolê, Parlemeterên HDP’ê Pervîn Bûldan, Sirri Sureya Onder û Hevşaredarê bajarê Agiriyê Sirri Saqiq jî çûn Saziya Tiba Edliyê. Piştî ku bi rayedaran re hevdîtin kirin Onder daxuyaniyek da û got: “Em ne dilrehmiyê dixwazin, daxwaza me ya sereke edalet e."

‘DI REWŞEKÊ DE HEQARETA LI GEL E’

Onder diyar kir ku ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ev niyaz kir; ‘Di serî de daxwaz dikin ku hevşaredarên ku hemû jiyana xwe dane rastiya siyaseta demokratîk û ji bo çi tê xwestin dike, parlementer û hevserok jî di nav de ji bo her kesê edalet bi lezgîn edaletê dixwazin.’ Onder di dewama axaftina xwe de wiha got: Birêz Ahmet kesekî rewşenbîr ê ku hemû jiyana xwe daye siyaseta demokratîk û aştiya gelan. Kiryarên li ser tên meşandin ji wî zêdetir tê wateya heqaret li gelekê û hêviya aştî û jiyana hevpar a gelan.”

Onder têkildarî tenduristiya Turk jî wiha axivî: “Bi taybet rewşa gurçik û dilê wî ji ber tenemê wî yê mezin xirabe, di nava 4-5 rojan de wê rapora têkildarî tenduristiya wî derkeve.

Parlemeterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî hate ATK’ê, têkildarî rewşa Ahmet Turk ji parlementerên HDP’ê agahî girt.