Olûç: Ti Kurd wê êrîşa ser goristanan qebûl neke
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç êrîşa li ser goran bi bîr xist û got, ''Ti Kurd wê vê qebû neke.''
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç êrîşa li ser goran bi bîr xist û got, ''Ti Kurd wê vê qebû neke.''
Serekwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li Meclîsa Tirk daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Olûç di axaftina xwe de Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Îmam di salvegera darvekirina wan de bi bîr anî.
Olûç bal kişande ser êrîşên li ser goristanên li Kurdistanê, got ev êrîş sîstematîk in. Olûç got:
''Kêlên goran dişkînin, navên Kurdî û nivîsên ser goran jêdibin. Ev helwesta ku hemû nirxên mirovî tine dike, bi ti rengî wêneyê qebûlkirin. ''
Olûç êrîşên li ser goristanan ên li bajarên Bakur bi bîr xist û got, ''Em ti caran vê qebûl nakin, kesên ku vî tiştî dikin em dengê xwe li wan dikin. Heke hûn hinekî qedr didine mirovbûna xwe dev ji vê kirinê biqerin. Ti welatiyekî me yê Kurd wê êrişa li ser goristanan qebûl neke û ti caran vê ji bîr neke. Em vê pir vekirî dibêjn. Dev ji vê helwesta dûrî êqil, dûrî wijdan, dûrî exlaqê biqerin.''