Oker: Divê Elewî ne 12 rojan, 365 rojan li dijî Yezîd li ber xwe bidin

Parlamenterê HDP'ê Tûrgût Oker, komkujiyên DAIŞ li dû hev li Tirkiyeyê dike ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir, ku ev komkujî ji hikûmeta AKP'ê ne cuda ne.

Parlamenterê HDP'ê Tûrgût Oker, komkujiyên DAIŞ li dû hev li Tirkiyeyê dike ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir, ku ev komkujî ji hikûmeta AKP'ê ne cuda ne.

Parlamenterê HDP'ê Tûrgût Oker da xuyakirin, ku ew pêvajoyeke ku faşîzm hewl dide serdest bibe, derbas dibin û got, "Zalimek, dîktatorek, di oxira desthilatdariya xwe de çi nebaşî hebe, hemûyan dike." Oker diyar kir ku ew piştî 35 salan li Tirkiyeyê vegeriya ye, lê Tirkiyeyeke hîn despotîk dîtiye û got, "Lê ya ji vê rewşê xerabtir ew e, ku civaka Tirkiyeyê ev despotî pejirandibû." Oker da zanîn, ku ev rêveçûna nabe dewam bike, divê ev bêdengî biqede û diyar kir ku Tirkiye gav bi gav vediguhere girtîgeheke servekirî, hewl tê dayîn bi zilmê gel bê terbiyekirin.

'EM VÊ ZÎHNIYETÊ LI MEREŞÊ, LI SÊWASÊ NAS DIKIN'

Oker ragihand, ku DAIŞ li xaka Tirkiyeyê weke dijminê sereke Elewiyan dibîne û anî ziman ku hatiye dîtin, di rewşeke desthilatdariya DAIŞ'ê de mafê jiyanê yê Elewiyan nîne. Oker destnîşan kir ku ev çeteyên barbar bi nêzîkatiyeke qirkirinê li hemberî Elewiyan tevdigerin û got, "Dijminatiya li Elewiyan tê kirin, xwedî kokeke dîrokî ye. Ev hezar sal in li vê xake Elewîtî weke kafirtiyê hatiye dîtin û ji aliyê oldaran bi xwe ve bi fetwayan qetilkirina Elewiyan hatiye helalkirin. Ev meyla dijminatiyê ya ji medreseyan heta sohbetên mizgeftê li gelek qadan bandor kiriye, di nava civakê de jî encamên nebaş bi xwe re aniye. Em vê zîhniyetê li Mereş, Çorûm û Sêwasê nas dikin."

Oker got, "Dema ku tê gotin, 'kî van kafiran, van bêolan qetil bike, wê biçe cinetê' hingî 10 hezar kes dikevin rêzê" û da zanîn ku ji aliyê esasî ve hebûna mûxalefeta civakî ya Elewîtiyê hedef tê girtin.

'DIVÊ ELEWÎ BI TI AWAYÎ JI VÊ ZÎHNIYETÊ NETERISE'

Oker da xuyakirin, ku ji ber komkujiya hat kirin, cenazeyên Elewiyan çûye çar aliyên welêt, lewma Elewî di nava rewşeke tengezar de dijîn û got, "Piraniya mirovên li Pirsûs û Enqereyê hatin qetilkirin Elewî bûn, pêşverû bûn, HDP'yî bûn. Keça me Dîlek Dogan a duh li Sariyerê ji aliyê polîsan ve bi çekê hat birîndarkirin Elewî bû. Li Tirkiyeyê her roj mirovên xwedî baweriya Elewîtiyê, ya bi tena serê xwe yan jî bi awayekî komî tên qetilkirin." 

Oker ragihand ku wezîfeyeke mezin dikeve ser milê saziyên Elewiyan, divê li hemberî xeteriyan bêhtir bi rêxistin, bêhtir berxwedêr bin û destnîşan kir, ku divê Elewî ti carî ji vê zîhniyetê netirsin, xwe li malên xwe ranegirin û li hemberî vê barbariyê li ber xwe bidin."

'DAIŞ BASKÊ ÇEKDAR Ê AKP'Ê YE'

Oker diyar kir ku DAIŞ'ê bi komkujiyên li Tirkiyeyê kir re nîşan da ku ew ji hikûmeta AKP'ê ne cuda ye, nîşan da ku yê DAIŞ'ê xwedî dike, çekê dide û gihandiye vê astê AKP û Tayyîp Erdogan bi xwe ne. Oker destnîşan kir ku DAIŞ baskê çekdarî yê AKP'ê ye û got, "Ne pêkane ku Zîhniyetek, li hemberî DAIŞ a xwedî dike, perwerde dike û dema birîndar dibe tedawî dike û diparêze, rabe tedbîran bigire. Zîhniyeteke bi vî rengî wê çima milîtanên xwe ceza bike? Wê çima wan bigire? Lewma zîhniyeta barbarên DAIŞ'ê û Tayyîp Erdogan heman zîhniyet e. Haya her kesî êdî ji vê heye."

'BERSIVA HERÎ MEZIN WÊ DI 1'Ê MIJDARÊ DE BÊ DAYÎN'

Oker da xuyakirin ku bêdengiya giştî ya li nava civakê, ji ber travmaya giran a ji ber komkujiyên li dû hev qewimîn e û da zanîn, ku divê ev bêdengî weke teslîmiyetekê neyê dîtin, her kesên alîgirê aştî û biratiyê wê bersiva xwe ya herî mezin di 1'ê Mijdarê de bide. 

Oker bi wesîleya Meha Mûharremê bang li Elewiyan kir û got, "Yezîd barbareke ku tenê li Kerbela nemaye. Erdogan ê ku îro Tirkiyeyê bi rê ve dibe, daye ser rêya Yezîd. Ji ber vê yekê divê Elewî ne 12 rojan, mîna Hz. Huseyîn 365 rojan li hemberî Yezîd li ber xwe bidin."