Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, bûyerên rojevê û bi taybet komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd nirxand û got: “Esas şerê ku îro li ser tevgera me û gelê me tê meşandin heta êrîşên li ser Rojava jî tê pêkanîn şerê Rêber Apo ye. Hemû hesabê dewleta dagirker a Tirkiyeyê çawa bike ku têkoşîna azadiyê tasfiye bike, vala derxe û Rêber Apo jî hertim li Îmraliyê bimîne.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya “Rojeva Welat” a Stêrk TV de pirsên rojnameger M. Emîn Yildirim bersivand:
‘RÊBER APO HER ASTENGÎ JI BO XWE KIR SEDEMA DERFETEK NÛ’
Ji salvegera 18’emîn a Komploya Navneteweyî re hefteyek maye. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştiye asta herî jor. Têkoşîn û şerekî çawa li Îmraliyê tê meşandin û beranberî wê têkoşîn û şerekî çawa tê dayîn?
Destpêkê Komploya Navneteweyî şermezar dikim. Birastî komployek pir dijwar, bê exlaq li ser îradeya gelê Kurd û Rêber Apo pêk hat. Armanceke pir xeter û pir dijwar li ser me pêk hat. Hat xwestin ku careke din di dîroka gelê Kurd de îradeya gelê Kurd bê şikandin. Rêber Apo bi hêzên navneteweyî hat derdestkirin û 18 sal in hîn jî li Îmraliyê ye. Bêguman hesab û planên komploya navneteweyî em nikarin bêjin encam girt. Li dijî vê komployê gelê me û tevgera me bi rastî berxwedanek pir rûmet pêş xistin, weke tê zanîn di zindanan de bi dehan hevalên me agir berdan bedena xwe û gotin; “Hûn nikarin roja me tarî bikin.” Li ber kesayeta Rêber Apo hemû gelê me û tevgera me, heval û rêhevalên me ruh, mil û dilê xwe kirin yek û heta îro li ber xwe dan. Ne tenê di zindanan de li serê çiyan, li çar parçeyên Kurdistanê, Rûsyayê, Ewropayê, Yewnanistanê, li temamî cîhanê li kû derê kesekî Kurd dijî li dijî vê komploya dijwar û bêxlaq bi rastî helwestek pir bi rûmet diyar kirin. Ev komplo red kirin, qebûl nekirin. Xwedî biryar bûn û dizanîn ku bi xeta Rêber Apo eger îradeya gelê Kurd bibe yek ev komplo ew ê ti caran nikaribe encamê bigire. Esas berxwedana herî bi rûmet, herî dîrokî û bênavber Rêber Apo li zindana îmraliyê dide. Ne hesan e, di dîroka gelê Kurd de cara yekemîn gelê Kurd û mirov dikare bêje mirovahî gihîşt Rêberekî dîrokî weke Rêber Apo û hemû pirsgirêk, hemû berpirsyarî û hemû erk dîsa li ser Rêber Apo ma. Ji destpêkê, ji roja yekem heta îro ji aliyê ruhî, fikrî, felsefîk, îdeolojîk her tim rojane xwe nûkirin û rêya têkoşîna me ronîkirin, paradîgma pêşxistin, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelê azadîxwaz û hemû yên bindest rola xwe rêbertiyê ev 18 sal in weke nefes bi nefesê di asteke herî bilind de dilîze. Bêguman hêzên dagirkerî û hêzên navneteweyî li gorî hesabên xwe komploya navneteweyî pêşxistin. Bi dîlgirtina Rêber Apo re hêvî dikirin ku ev têkoşîn ew ê bê tasfiyekirin. Hewldanên wan ên bêexlaq, pir dijwar, rojane, piralî û pir lingên wê hebûn li ser me û pêşxistin. Ji nava Kurdan jî hinek kesayet bûn şirîkê vê komployê, ev tê zanîn. Di dîrokê de heye. Lê her çiqas di nava me de weke hinek kesên ne dilsoz, bê bawer û di xeta Rêber Apo de ji bo armanceke dîrokî hertim bi awayekî dilsoz bimeşin na, weke kesên fersendparêz, bê bawer û bê hêz em êşandin an jî pirsgirêk ji me re derxistin tabî. Di zindanê de ji me re derxistin, bi giştî di nava tevgera me de derxistin, li Ewropayê derxistin. Lê dîsa bi rêbertiya Serokatî, bi perspektîfa Serokatî bêguman hevalên serokatî bi dil û can, bi baweriyek pir xurt bi awayekî dilsoz hevdû girtin û têkoşîn xurtkirin.Ev belaya ser serê me berteraf kir û tasfiyekarî hat tunekirin. Careke din hemû tevgera me, heval û rêheval û gelê me di kesayeta Rêber Apo de bûn yek û ev têkoşîn 18 sal zêdetir e, bênavber piralî di asteke hîn bilind de dewam dike û gihîşt vê astê. Yanî wexta mirov bixwaze Îmraliyê fêm bike, ne tenê weke zindanekê, sîstemek cuda ye. Rojane zext û têkoşînek li ser Rêber Apo heye, ev pir diyar e. Di zindanên Tirkiyê de heta niha tu kes bi tena serê xwe di hucreyekê de 18 sal bênavber nemaye. Serokatî ev 18 sal in bi tena serê xwe li giravekê dimîne. Hem jî eleqeya wî ji cîhanê qut, ji tevgerê qut yanî hesabê dagirkeriyê ew e ku Serokatî bi tena serê xwe bimîne, bikaribin îradeya wî bişkînin yan jî li ser Rêber Apo polîtîka pêş bixin û encam bigirin. Lê Rêber Apo her astengî ji bo xwe kir sedema derfetek nû. Tê bîra min wexta parêzname dinivîsand, di notên hevdîtinê de hebû. Tên qelemê ji Serokatî distînin û divê em nadin te. 15 roj şûnde qelemê didin Rêber Apo. Rêber Apo jî got,min jî 15 rojan hîn pirtir lêhûrbûn çêkir û min hîn baştir nivîsî. Yanî diyalektîk û şêwazê Rêber Apo wisa ye. Ti şert û zirûf, ti zext nikare li ser Rêber Apo encamê bigire. Ev dîroka çil salî, zêdetir kesayeta Rêber Apo ye. Berxwedaneke pir girîng e ji bo gelê me û hemû mirovahiyê. Ti nema ku her tiştê xwe da di van şert û zirûfan de. Taybet jî nêzî 2 salan e ti hevdîtin bi Rêber Apo re çênebûye. Tenê malbata wî birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan careke çû derveyî wê kes nizane rewşa Rêber Apo çi ye, zexta li ser çi ye? Îzole ye, tecrîd e. Yanî mirov Îmraliyê ne tenê weke zîndanekê, hucreyekê bigire dest. Stratejî û konseptek di kesayeta Rêber Apo de li ser Îmraliyê tê meşandin. Ew xeterî çiqas dijwar û di asta bilind de be, têkoşîn û helwesta Rêber Apo jî ewqas girîng, bi rûmet û di asta bilind de ye. Esas şerê ku îro li ser tevgera me û gelê me tê meşandin heta êrîşên li ser Rojava jî tê pêkanîn şerê Rêber Apo ye. Hemû hesabê dewleta dagirker a Tirkiyeyê çawa bike ku têkoşîna azadiyê tasfiye bike, vala derxe û Rêber Apo jî hertim li Îmraliyê bimîne. Tê zanîn eger têkoşîna me, şoreşa me hîn di asteke bilind de û bênavber pêş bikeve, tabî ku dewleta Tirkiyê nikare Rêber Apo di Îmraliyê de bigire. Bilindbûna têkoşîna me, encamgirtina şoreşa me di heman demê de azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo jî şoreşa me bi xwe ye. Ji bo vê esas şer li ser Rêber Apo tê meşandin û têkoşîna me jî, helwesta me jî, şoreşa me jî di vê wateyê de ji bo azadiya Rêber Apo ye. Têkoşînek pir dijwar û pir alîye, bênavber dewam dike. Dewleta Tirkiyê herhalde hîn jî hêvî dike encamê bigire, lê heta ev xeta Rêber Apo hebe û di dîroka me ya 40 salî de hatiye îspatkirin ku bi berxwedanê çawa ji tunebûnê bi ser ketiye, hîn girîng pêş dikeve û bi dest dixe. Li hemberî vêna mimkûn e ku dewleta Tirkiyeyê encam bigire. Hesabên wan heta niha têk çû, ji vir şûnde hîn jî ew ê têk biçe û komploya navneteweyî encam negirt. Esas dewleta Tirkiyê îro pirtir tenê maye. Bêguman hêza xwe ji hêzên modernîteya kapîtalîst digire lê weke 18 sal beriya vê jî dewleta Tirkiyê li hemberî Rêber Apo û hereketa me jî ne xwedî derfet e. Her roj zêdetir ev têkoşîn ew ê bilind bibe, em ê jî bi her awayî hewl bidin ku layiqî şehîdên şoreşê û kesayeta Rêber Apo bin. Bê guman û bê teredût bi azadiya Rêber Apo re li çar parçeyên Kurdistanê, şoreşa Rojava û Bakurê Kurdistanê ev têkoşîn wê bi ser bikeve û encamê bigire.
Di heman demê li dijî komploya navneteweyî de di sala 2006’an de Viyan Soran çalakiyek li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pêş xist. Di derbarê vê çalakiyê de hûn çi dibêjin?
Em ê bi hemû jiyana xwe, bi nefesa danûstandina xwe layiqî van şehîdên nemir bin. Ez bi vê wesîleyê li hemberî bîranîna hevala Viyan bejna xwe ditewînim. Helwestek bû, hem li hemberî komploya navneteweyî hem li hemberî tasfiyekariya ku dixwest tirba me bikole.Di roja herî teng û zehmet de weke kaxiza turnûsolê esas helwestek bû, pîvanek bû ew çalakiya hevala Viyan. Ji bo vê di dîroka me de helwesta hevala Viyan bi rastî cuda ye. Derketina li dijî tasfiyekariyê û xwedî derketina li xeta Rêber Apo. Di rêveberiya partiya me de jî erkdar bû û em dizanin ku xeta jina azad û têkoşîna jinên Kurd ku îro gihîştiye vê astê bi rola hevalên weke Viyan û bi dehan hevalên weke Viyan esas e. Bi vê wesîleyê careke din dibêjim ez ê layiqî ev kesayetên girîng û dîrokî bim. Li dijî hemû êrîş û tasfiyekariyê xwedîderketina li rastiya Rêber Apo ye.
DERVEYÎ AZADIYA RÊBER APO TU LÊHÛRBÛNA ME TUNE
Di vê pêvajoyê 18’emîn salvgeraKomploya Navneteweyî de çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, hûn çawa dinirxînin?
Çalakî pir bi rûmet in. Wateya wê pir girîng û dîrokî ye. Lê wexta ku konsept û hesabê dewleta dagirker mirov dide berçavan, wexta ku 18 sal bi tena serê xwe di sîstema Îmraliyê de dijî û li ber xwe dide, dide berçavan têkoşînên tê dayîn mirov nikare bêje têrê dike û beş e. Ji bo azadiya Rêber Apo û têkoşîna li dijî pergala Îmraliyê her helwest pir girîng e û bi rûmet e. Lê bi giştî wexta mirov dide berçavan kêm dimîne û lewaz e. Pêwîst e gelê me jî û em bi xwe tevgera me jî em bizanibin ku hemû hesab li ser rastiya Rêber Apo ye. Hemû têkoşîn, helwest û hewldanên me jî ji bo komploya navneteweyî têk biçe û azadiya Rêber Apo be. Wexta mirov wisa digire berçavan têkoşînên tê dayîn pêwîst e hîn di asteke bilind de û hîn bi giştî be. Esas weke hebûna Rêber Apo li Îmraliyê sedema ruh û îradeyek neteweyî be. Çawa Kurdi 15’ê Sibatê de Serokatî bi komployek navneteweyî wexta anîn Tirkiyeyê, ne tenê tevgera me hemû gelê Kurd li çar parçeyan her kes rabû ser piyan û birastî li ser dewleta Tirkiyeyê zextek pir giran û dijwar çê kir, esas pêwîst e hertim wisa be. Gelê Kurd bizanibe ku zexta li ser Rêber Apo zexta li ser gel bi xwe ye. Bi vê zanebûnê têkoşîna xwe bi her awayî li her derê, hertim, bênavber bilind bike û pêş bixe. Saleke din û du salên din em nebêjin Rêber Apo hîn jî dikare di zîndanê de bimîne. 18 sal dîrokek e. Eger hîn jî ev pergala Îmraliyê heye, pêwîst e her kesekî Kurd û di serî de jî tevgera me vê rastiyê di ber çavan re derbas bikin. Dêmek em kêm mane. Têkoşîna me dayî her çiqas bi rûmet e jî weke tê xwestin ne di asteke bilind de ye. Bi vê zanebûnê weke di aliyê exlaqî de, weke rexnedayîn em bi her awayî li her derê ev têkoşîna tê dayîn hîn bi rêxistinkirî di aliyê hiqûqî, çalakiyên civakî, siyasî, eskerî, dîplomatîk de weke ruhekî seferberî û bi konsepteke giştî rabin ser piyan û vê têkoşîna pêş bixin. Rêveberiya hereketa me ji xwe biryarek wisa da. Di rojeva me de ev tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya Rêber Apo “Yan mirin yan azadiya Rêber Apo”, “Yan azadiya Rêber Apo an azadiya Rêber Apo” yanî derveyî vê ew ê ti lêhûrbûna me nebe. Em bizanibin, gelê Kurd bizanibe zexta li ser Rêber Apo rabe û azadiya Rêber Apo pêk bê azadiya her kesî ye, heta ya mirovahiyê ya civaka Rojhilata Navîn e. Ji bo vê ev têkoşîna tê dayîn hîn bi rêxistinkirî û bi her awayî em pêş bixin.
DI VÊ SALÊ DE EW Ê HESAB JI AKP’Ê BÊ PIRSÎN
Li Tirkiyê niha referandûma ji bo sîstema serokomariyê di rojevê de ye. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê desthilatdariya AKP’ê bi rêbazên zext û zordariyê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bi ser ket. Niha jî tê gotin ku ji bo referandûmê qezenc bike ew ê rêbazên zext û zordariyê pêş bixîne û her wiha behsa operasyonên derveyî welat jî tê kirin. Desthilatdariya AKP’ê ew ê karibe bi van rêbazan encamê bigire?
AKP ti derfet nema ku bi kar neanî. Bi her awayî, bi hemû derfetên xwe li ser Rêber Apo û têkoşîna me taybet di van 2 salên dawîn de di asta hovîtiya herî bilind de pêş dixe. Encam li ber çavan e. Ev referandûma ku di rojevê de plana Erdogan û AKP’ê ye. Tirsek wan heye, tirsa waha ew e ku rojek ew ê bê, gelê Kurd û hêzên azadîxwxaz ew ê hesab ji Erdogan û AKP’ê bipirsin. Ji bo pêşiya vê bigirin du rê hene. Ya AKP û Erdogan dev ji vê hişmendiya faşîst berde, ev jî qet ne mimkûn e. Yan jî hîn baştir xwe bi rêxistin bike û desthilatdariya xwe xurt bike û ya dikin jî ev e. Ji bo wan ya rast jî ev e. Referandûm jî di kîjan şert û zirûfan de ew ê pêk bê tê zanîn. Weke darbeya Kenan Evren hemû îmkan û derfetên dewletê ew ê bi kar bînin, li ser civakê zextan pêş bixin, bi hukmê madî û pereyan ku bikaribin encamê bigirin. Yanî bi vê referandûmê eger bikaribe Erdogan desthilatdariya xwe weke yek kes û faşîst îlan bike. Çawa xwestiye wisa jî Tirkiye îdare bike. Hesab ev e. Di bin şert û zirûfên rewşa awarte de ev ne meşrû ye. Yek alî, AKP bi awantaj diçe referandûmê. Lê em wisa texmîn dikin û di vê baweriyê de me eger ên li dijî desthilatdariya AKP’ê, yek destî û dîktatoriya Erdogan heqeten hinekî hevdû bigirin û têkoşînek xurt bidin îhtimalek pir mezin Erdogan û AKP ew ê di vê referandûmê de encamê negire. CHP lazim e xwedî rol be, heta ji MHP’ê hinek derdor dengê xwe nadinê. Lê em weke hêzên demokratîk û azadîxwaz vê referandûmê bikin sedema eniyeke demokratîk li dijî faşîzmê, weke têkoşînekê bigirin dest. Çima? Têkçûna AKP û desthilatiya Erdogan esas têkçûna faşîzmê û di heman demê de rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê û rêya çareseriya pirsgirêkên Kurd ew ê bê vekirin. Ji bo vê têkoşînek demokratîk e û mirov li dijî faşîzmê wisa bigire dest. Dibe ku hinek hêz, hinek kom û hinek kesên din bi hesabên cuda hereket bikin ev jî mimkûn e. Lê helwesta hêzên demokratîk, sosyalîst, azadîxwaz, gelê Kurd ew ê li ser çi esasî be? Pêşiya faşîzmê bigire, AKP têk biçe û rêya demokratîkbûna Tirkiyê bê vekirin. Ji bo vê weke têkoşînekê bê girtin. Ji xwe AKP jî mesele ev zexta li ser HDP’ê û hereketa Kurd weke hêzên demokratîk sedem çi bû, wan ji hêzê bixe, hinekî tasfiye bike û bi rehetî bikaribe di vê referandûmê de encamê bigire. Hesab ev bû. Ji bo vê ev referandûm ew ê muhîm be. Wexta mirov helwestên AKP’ê û dewleta Tirkiyê li hemberî tevgera me digire dest û dinirxîne bi rastî jî çi encam girtin? Rast e, gund û bajarên me xera kirin bi awayekî hovane, lê ya girîng gelê Kurd serê xwe ne tewand, çiqas bi doza xwe ve girêdayî ye, bi Rêbertî û hereketa xwe çiqas girêdayî ye ev careke din diyar kir. Yanî AKP li bin guhê dîwarê berxwedana gelê Kurd ket. Ti encam negirtin. Gelê Kurd li hemberî dagirkerî û hovîtiya AKP’ê ji berê deh qat pirtir weke xwedî kîn û weke ruhekî têkoşînê di xwe de ava kiriye. Ev operasyonên li ser hereketa gelê Kurd nayê wê wateyê ku encam girtine. Berê jî bi deh hezaran însan kirin zindanan û hereket hîn xurtir derket. Ev operasyon jî ew ê encamê negirin. Li ser giştî tevgera me ji xwe bi şev û roj çiya û baniyên Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê tê bomberankirin. Hemû derfetên xwe seferber kirine. Erdogan bi xwe dibêje û kesên eleqedar ên AKP’ê dubare tînin ziman hem li welat hem li derveyî welat ji bo hereketa me PKK’ê bê tasfiyekirin, bê darbekirin ew ê êrîş bikin, ji xwe vê tînin ziman. Ev ne tiştekî veşartî ye, lê encama heyî çi ye? Hereketa me tabî ku ji berê xurtir li ser piyan e, amadekariya ku têde, tecrûbeya çil salî, tabî pêşketina şoreşa Rojava û rewşa Rojhilata Navîn bi giştî mirov dide berçavan esas rewşa AKP’ê di sala 2017’an de ew ê nebaş be. Dev ji encamgirtinê berde ew ê çawa hesab bide. Ber bi wê diçe. Em di wê baweriyê de ne, piştî van çend mehên din weke destpêka pêngava 2017’an tabî ku AKP ew ê astengiyek pir kûr bijî. Dev ji encam girtinê berde ew ê ber bi têkçûnê ve biçe. Ji niha ve bangawaziya me ev e salvegera komploya navneteweyî çend roj man, weke roja destpêkê çawa gelê Kurd rabû ser piyan ji dewleta Tirkiyê hesab xwest û nehişt ew jî bi rehetî bijîn, divê dîsa wisa be. Yanî hinek roj û hinek tişt hene ti sedem tune ku mirov li van rojan û van nirxan xwedî dernekeve. Bedel her çi be, zext û zirûf her çi be, ji xwe dîrok wisa tê nivîsandin û wisa tê çêkirin. Dîroka têkoşîna me jî ev îspat kiriye. Ji bo me jin, zarok, pîremêr hemû gelê me û dostê me yên li dijî faşîzma AKP’ê û li dijî komploya navneteweyî ji îro de weke salvgereya komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê bikin weke despêka têkoşîn û pêngava sala nû. Em di vê baweriyê de ne ku ji bo AKP çawa di vê sala nû de hesab bide derfetên me hîn zêde ne, argumanên me hîn xurt in, em hîn mafdar in û ti argumanên AKP’ê nemane û tune. Hemû tiştên AKP’ê li ser berjewendiyan e, di nava wan de jî nakokiyên veşartî hene. Kîjan wextê çi derfet derkeve ku li dijî hev ew ê bikar bînin ne diyar e. Awantajên me zêde ne.
We di axaftina xwe de got ku gelek rayedarên dewletê gotin ku ew ê PKK vê zivistanê nebîne. Herî dawîn wezîrê karên hundir ê Tirk Suleyman Soylû bi kar dianî. Yanî vê weke encama propaganda û şerekî psîkolojîk dimeşînin?
Bêguman propaganda ye, lê tenê ne propaganda ye. Bi rastî jî pir xwestin û hewldan ku encamekê bigirin. Yanî ev zivistan ji bo me zivistanê mirinê be, em ê nikaribin xwe bigihînin Buharê. Rast e, psîkolojiyek wisa xwestin çêbikin, lê di heman demê de hemû derfetên xwe bikaranîn di vê zivistanê de. Niha propagandayê dikin, diçin serê çiya di bin berfê de weke romantîk an jî nostaljîk an jî sankî fîlman dikişînin. Esker di bin biniya sifirê 30 dereceyî de li ber xwe dide, nizanim çi dike. Çi ji destê wan hat xwestin bikin. Suleyman Soylû kesekî ehmeq e, hema didin axaftin. Sankî beriya Suleyman Soylû bi dehan kes weke wezîrê hundirîn neçûn û nehatin, weke hewayekê didin wî ew jî daxive. Lê konsept û stratejiyek heye tabî. Ev jî çi ye? Hereketê weke di zivistanê de darbeyekê lê bixin. Dîplomasî û siyaseta xwe ji bo vê kirin. Serdana Bînalî Yildirim li Bexdayê, Hewlêrê çi axivîn, li ser çi lihevkirin?Helwesta Bexdayê hinekî diyar bû, piştî hevdîtina Bînalî Yildirim. Lê li Hewlêrê ti deng derneket. Her çi be jî hesabên wan hebû ku weke dorpêç bikin û darbeyek dîrokî lê bixin. Ne tenê li çiya, li çar parçeyên Kurdistanê, derveyî welat, Bakur. Rast e, têkoşîneke. Belkî bi hezaran tê gotin ku derdora 8 hezar însan hatine girtin, belkî hinek windahiyên me jî çêbûn. Em di nava şer de ne, lê hesabê dewleta Tirkiyê negirt. Hem jî di ser de darbe xwarin di vê zivistanê de. Em hemû zivistanan didin berçavan, ji aliyê berxwedan û êrîşên li ser artêş yan jî polîsên dewleta Tirkiyê di vê salê de em hîn serkeftî ne. Yanî hesabên Suleyman Soylû vala derket. Ji vir û şûnde ev têkoşîn ew ê hîn bilindtir pêş bikeve.
GELÊ KURD DIVÊ HESAB BIXWAZE JI KESÊN KU NAYÊN YEKITIYA NETEWEYÎ
Zext û zordariya desthilatdariya AKP’ê ne tenê li Bakurê Kurdistanê , her wiha li ser Rojava û Başûr jî li ser gelê Kurd zext û zordariyê dike. Li hemberî vê rewşê gelê Kurd divê xwedî helwesteke çawa be?
Pir tê nîqaşkirin û Rêber Apo em dikarin bêjin 30-35 sal in her tim dubare dubare tîne rojevê, hereketa me dîsa dubare dubare tîne rojevê.Ev pêşketinên dawîn ên Rojhilata Navîn weke tê gotin sedsal şûnde careke din Rojhilata Navîn tê xwestin ku bê dîzaynkirin. Tabî têkoşîn û îradeya gelê Kurd, rêbertiya gelê Kurd ne weke sedsal beriya vê ye. Belkî sedsal beriya vê gelê Kurd tune dihat hesabkirin. Lê îro di şoreşa Rojava de hat dîtin û îspatkirin ku gelê Kurd ji gelê bindest ên Rojhilata Navîn re pêşengtiyê dikin ji bo wan hêz û moraleke. Bi giştî ev muhîm e û awantajek mezin e. Rojhilata Navîn tê xwestin bê dîzaynkirin, weke nakokiyên cîhanê mirov dide berçavan, bi rastî jî pêvajoyek pir dîrokî ye. Her kes jî hîn pirtir dixwaze li ser pirsgirêka Kurd bilîze. Parçebûna Kurdistanê ji bo hêzên dagirker û navneteweyî re hinek derfetan derdixe. Yek dixwaze li ser aliyekî bilîze, yê din dixwaze li ser aliyê din bilîze. Hesabê wan çi ye? Dixwazin îradeya gelê Kurd nebe yek. Ez tenê behsa cografîk nakim. Îradeyek neteweyî behsa wê dikim. Encam jî digirin tabî. Mesele em dikin nakin, ewqas têkoşîn tê dayîn hîn jî weke kongreyek neteweyî, îradeyek neteweyî nehatiye birêxistinkirin. Min pir caran dubare aniyê ziman. Ji bo vê dibêjim çima yekitiya Amerîka, Ewropa, Afrîka, Ereban, Rûsya hebe çima ya gelê Kurd nebe? Yê her hatiye parçekirin, her pêwîstiya yekitiya neteweyî heye gelê Kurd e. Pêwîst e di vê pêvajoyê de êrîşên li ser gelê Kurd û ev pêvajoya Rojhilata Navîn têde derbas dibe rojeke zûtir kongreya neteweyî û îradeyek neteweyî bê birêxistinkirin. Derveyî vê tu kes, ti parçeyên Kurdistanê yan jî ti rêxistin derfetên xwe mayînde nebîne. Dîrok ev daye berçavan. Eger parçeyekî Kurdistanê ew ê rizgar bibe, baş bizanibe ku bi dostanî, rêxistin, wekheviya çar parçeyên din û rêxistinên din bibin yek. Ev nebe zehmet e. Weke konjekturel nefikirin. Bersiva ku di vê pêvajo, dem û dîrokê de bê dayîn, ya herî mezinû bi rûmet kongreyek neteweyî zûtir bê birêxistinkirin. Hereketa me heqeten ev kiriye rojevê. Pir hevdîtin û têkoşînek tê dayîn, piranî jî li gorî em dizanin helwesta wan erênî ne û baş in. Lê pêwîst e ev helwestên erênî û baş her tim di rojevê de bigire û zêdetir pêş bixe. Heta mirov wisa jî dikare bike. Mesele li Kurdistanê li çar parçeyan nêzî 40-50 rêxistin hene, ji van 40-50 rêxistinan yek, dido û heta pêncan qebûl nekirin, nehatin kongereyê yan jî ne xwedî helwestek erênî bin, ew 35-40 partiyên din dikarin bên cem hevdû. Navê wê kongre dibe, konferans dibe. Herî kêm weke ruhekî neteweyî di rêxistinên xwe de bibîne. Weke bandoreke pozîtîf li ser ew rêxistinên naxwazin bên kongreya neteweyî bike. Ewana jî xwe berpirsyar bibînin, helwesta xwe belkî careke din di ber çavan re derbas bikin. Yanî pêwîst e gavek bê avêtin. Çar û çar baştir e, hemû bi hev re bin bêguman baştir e. Lê yên heyî jî weke topa berfê hertim xwe mezin bikin yanî bi şêwazekî vê xebatê pêş bixin. Girîngiya kongreya neteweyî tê zanîn. Bersiva demê û pêvajoyê jî ev e. Esas rewşenbîrên Kurd, rêxistinên kurd, gelê me bi xwe mesele kîjan kesayet û kîjan rêxistin naxwaze di kongreya neteweyî de cih bigire, yan jî ne xwedî helwestek erênî yê li hemebêrî wan nerazîbûna xwe diyar bike, bila hesab ji wan bixwaze, bila bêje hûn çima nayên kongreya neteweyî, çima îradeyek neteweyî neyê birêxistinkirin, sedem çi ye? Pêwîste rewşenbîr, xwendekar, gelê Kurd bi xwe li ser van kesayet, partî û rêxistinan zexteke wisa çêbikin. Ev yek ne şaş e, pêwîst e. Wisa be herhalde hîn ew ê baştir be.
Ji bo yekitiya neteweyî gelek partî û rêxistinan nêrînên xwe anî ziman. Ev hemû partî bên cem hev. Ji her parçeyekî yan jî bi parçeyên din re jî bi hev re weke deklerasyonekê bidin ew ê zemîna yekitiya neteweyî hîn xurtir nekin?
Şêwazê wê mirov dikare nîqaş bike. Ya girîng her helwest, her daxuyanî, her axaftin xizmeta yekitiya gelê Kurd bike. Îradeyek bê rêxistinkirin. Konferans an jî kongre bê pêkanîn. Deklerasyonek jî dibe. Eger hemû partî û rêxistinên dixwazin konferans an jî kongreyek neteweyî pêk bê, heqeten xwedî helwest in, xwedî îrade ne, wisa jî dibe. Herî kêm gelê Kurd bixwaze bi rastî kî ji bo kongreya neteweyî, ruhekî neteweyî xwedî helwest e, xwedî têkoşîn e, kî naxwaze yan jî asteng e. Yan jî hinek kesayet kom û partî li hemberî vê bangawaziyê xwe berpirsyar bibînin rewşa xwe ya heyî careke din di berçavan re derbas bikin. Dibe ku erêniyek wê jî hebe. Lê mirov di vê xebatê de israr bike, weke berberî neyên hemberî hev ev jî muhîm e. Lê weke hêz û îradeyek dixwaze ev kongre pêş bikeve jî rolekê bilîze. Dikare deklerasyonê jî bide. Heta min got di noqteya dawîn de bi israr hinek eger nayên, yên heyî dikarin konferansekê jî pêk bînin. Ev tiştên pêwîst e. Êdî mafê tu kesî tune ku li pêşiya vê bisekine û bibe asteng e. Ne rast e. Derfet hene ku îradeyek gelê Kurd hebe. Li çar parçeyên Kurdistanê derfetên heyî bixin bin xizmeta azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Rojhilata Navîn û Kurdisatanê û van derfetan bi rastî bikaranîn, li hemberî vê her kes berpirsyar e û xwedî erk e. Rexmî vê eger hinek kes israr dikin û naxwazin, lazim e gelê Kurd vê bizanibe û tabî li hemberî wan helwestek hebe.
JI BO SÛRIYÊ PERSPEKTÎFA HERÎ RAST A FEDERASYONA DEMOKRATÎK A BAKURÊ SÛRIYÊ YE
Li ser pirsgirêkên Sûriyeyê hin civîn û hewldanên ku hêzên dixwazin çareser bikin hene. Rûsya piştî civîna Astanayê li Moskovayê civînek din bi muxalîfan re li dar xist. Di vê civînê de Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi raya giştî re parve kir. Hûn vê Destûra Bingehîn çawa dinirxînin? Her wiha bi vê pêngava Rûsya destê xwe hîn xurtir nekir di meseleyên li ser qedera Sûriyê de?
Civîna Astanayê li ser çapemeniyê me hinek şopand. Destûra Bingehîn a Rûsya di derheqê Sûriyê de jî li ser çapemeniyê me hinek şopand. Birastî me bi giştî ne xwendiye. Lê dikarim vê bêjim, aliyekî wê yê erênî heye. Herî kêm aliyê siyasî weke muzakere rojev diyarkirin tiştekî erênî ye. Lê weke naveroka wê erênî çi ye, tiştê encam derdikeve yanî Sûriye weke berê yekdest nabe. Rûsya dîtiye, fêm kiriye û pêwîst dibîne ku guhertinek ew ê bibe. Lî gorî wê hinek pêşniyarên wan hene. Mirov ya erênî û baş bigire destê xwe çi ye, pirsgirêk weke muzakere bên çareserkirin, lê naveroka wan mirov dikare nîqaş bike. Yek û yek me hemû jî nexwendiye. Rûsya dizane, bi xwe federasyon e. Heqeten hemû civak, çandên li Sûriyê xwe di Sûriya nû de nebînin, ti perspektîf têra çareseriya meseleyên Sûriyeyê nakin. Ji bo vê perspektîfa herî rast a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Li gorî em fêm dikin ev federasyon ne tenê ji bo Bakurê Sûriyê ye. Perspektîfa Federasyona Bakurê Sûriyê yan jî Meclisa Sûriya Demokratîk bi giştî Sûriyeya nû li ser lingê federasyonê bê birêxistinkirin e. Em bêjin Bakurê Sûriyeyê îro xwe bi rêxistin kiriye ji bo vê dibêje Federasyonê Bakurê Sûriyê, yan Başûrê Sûriyê û herêmên din jî xwe bi rêxistin bikin dikarin bêjin nizanim federasyona kû dera Sûriyeyê. Ya rast ev e. Derveyî vê weke bi pînekirin nabe. Yan jî seranser guhertin jî nabe. Pêwîst e ev perspektîf û çareseriya Federasyona Bakurê Sûriyeyê di rojevê de hîn baştir cihê xwe bigire. Taybet civaka Ereb, Xiristiyan, Tirkmen, Çerkez, Çeçen hîn xurtir bê fêmkirin. Têkoşîna vê ya siyasî û dîplomatîk hîn baştir bê dayîn. Rûsya mirov wisa bigire dest. Rûsya baş-xerab bû sedema nîqaşek siyasî, lê koalîsyona navneteweyî yan jî Amerîka hîn jî nêrînên wan kes nizane çi ye, Sûriyek çawa dixwaze kes nizane. Lê gelê Kurd û gelê Bakurê Sûriyê dizanin ku çi dixwazin, bi rêxistin kirine û hewl didin ku Sûriyeyek giştî li ser vî esasî bi rêxistin bikin. Ez texmîn dikim ku pêşeroj ji vir û şûnde li ser Sûriyeya nû ew ê nîqaş pêş bikevin. Gelê Kurd û gelê li Bakurê Sûriyê ji vê re amade ne, di çapemeniyê de jî me şopandiye qanûnên wan ji bo Sûriya giştî jî hene, ji bo federasyona Bakurê Sûriyê jî hene. Yê herî amade û xwedî proje ku bibe çareser ji pirsgirêkên Sûriyeyê re Federasyona Bakurê Sûriyê ye.
ÎMAJ Û PRESTÎJA ARTÊŞA TIRK KETIYE BIN LINGAN
Daxuyaniyên Erdogan ên vê dawiyê ku ji bo Babê dabûn, hûn çawa dinirxînin?
Erdogan yekî xwedî kompleks e. Di wextê de ji bo Kobanê jî got ket ew ê bikeve, lê nebû. Erdogan tabî matmayî ma û rezîl bû. Ji bo Babê jî çend caran wisa got. Li Babê artêşa Tirkiyê û artêşa Azad esas rezîl bûye. Ew artêşa Azad ku çete di nava xwe de her komek ji bo pere û derfetên madî li hev dixin nikarin şer bikin. Mecbûr ma artêşa Tirkiyê xwest Babê bigire, lê nikare, hîn jî nikare. Artêşa Tirkiyê xwe zêde mezin dike, lê li Babê û li ser axa Sûriyeyê nikare ti encamêbigire. Wan û Rûsya li hev kirin, Rûsan destûr da ku heta Babê bên. Wan çeteyên xwe li Helebê derxistin. Esas Sûriye hîn dikele. Li Palmîra, Dêrazor, Îdlîb, derdorên Şamê hîn şer heye, nakokî hene. Pirsgirêkên Sûriyeyê dewam in, dewleta Tirkiyê kete nava tiştekî û nizane çawa bikaribe jê derkeve. Esas hesabê vê dike. Erdogan got ji Babê şûnde bi kûranî naçin. Erdogan digot heta pêwîst be û hukim bike li kû derê be heta wê derê wê biçin. Weke hişmendiya Osmaniyan a dagirker. Ji destê wî bihata ew ê li ser 3 parzemînan biçûya. Lê di Babê de asê ma, ew ê nikaribe biçe. Li gorî em di daxuyaniyên hem YPG, hem QSD’ê de dibînin ku êrîşên wan hene, gelê Kurd jî dubare dubare çalakiyên wan hene. Yanî dewleta Tirkiyeyê li wan deran ew ê bi rehetî nikaribe hespê xwe bibezîne. Ketiye nava tiştekî, ka ew ê çawa jê derkeve. Ev jî ji bo AKP û Erdogan en tiştekî serkeftî ye. Heta niha îmaja wan ketiye erdê, prestîja wan xera bûye, bi dehan û sedan windahî dan, dîsa tiştê madî û tiştê din mirov bide berçavan AKP li Babê winda kir.
YA ESAS MIROV JI HÊZA XWE Û HEQÎQETA XWE BAWER BIKE
Serokdewletê Amerîkayê Trûmp herî dawîn diyar kir ku ew ê li Sûriyeyê herêmên bi ewle ava bikin. Ev yek bandoreke çawa li ser dengeyên li Sûriyê bike?
Tê nîqaşkirin û her kes meraq dike. Dewleta Tirkiyê berê jî digot herêma bi ewle, dibêjin eceb Trûmp weke me dibêje yan jî tiştekî din dibêje. Rûsya bertek nîşan da. Em nizanin ew ê çawa bibe.Her kes dixwaze hêza xwe li ser axa Sûriyeyê bi kar bîne. Trûmp çawa, li kîjan herêmê ew ê bixwaze herêmek bi ewle ava bike, bertekên Rûsya ew ê çi be, ji bo gelê Kurd wateya wê ew ê çi be ji bo şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê. Ev hemû mijarên fêm kirinê ne. Eger rolek erênî bi giştî bilîzin ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê, bêguman ew ê baş be. Hem Amerîka hem jî Rûsya. Lê tu kes ne li hêviya çareseriya Rûsya û Amerîka be. Heqîqeta xwe, hêza xwe, doza xwe, têkoşîna xwe bi rêxistinî pêş bixe, projeya xwe bi xelkê bide fêmkirin, rastiya xwe bi kesên din bide qebûlkirin têkoşîna wê bide. Yan jî guhê kesî ne li Pûtîn û Trûmp be, ka çi gotin û ew ê ji bo me çi bîne û çi bibe. Bêguman ev hemû denge ne, hemû hêz in. Mirov rastiya wan bide berçavan, ji kê çawa îstifade bike cuda. Di encamê de ev hêzên navneteweyî ne. Tu yê ji hêza xwe, heqîqeta xwe, rastiya xwe û projeya xwe bawer bike. Te çiqas bi rêxistin kir, te çiqas encam girt, çiqas da fêmkirin tu yê ewqasî serkeftî be. Derveyî vê ji xelkê hêvîkirin ew ê ne rast be. Tabî dema herêmek bi ewle bê avakirin ew ê bandorek wê li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê hebe. Erênî be yan jî tiştekî din be, di pêşerojê de ew ê bê fêmkirin.