Ok: 2020'an wê AKP ji hêzê bikeve, berxwedan geştir bidome!

Endamê Konseya Rêveber a  KCK'ê Sabrî Ok got,''2019'an şerekî giran çêbû, 2020'an AKP wê hêza û rezerva xwe ji dest bide, tevgera azadiya Kurd wê berxwedaniya xwe bi rengekî hê sînerjîk, bihêztir bidomîne. Rêber Apo jî wê berxwedana xwe bidomîne.''

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok di Stêrk Tv de ji bernameya Rojeva Welat re axivî. Ok diyar kir 2019 ji bo Kurdan bû saleke tije têkoşîn û diyar kir gelên Rojhilata Navîn xwedî wê hişmendiya dîrok û siyasî ne ku dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok derbarê sala 2019'an got,''Bêguman sala 2019'an saleke giran bû. Hedefên mêtingeriyê pir mezin bûn, xwedî îdîa bûn. 2019'an hem li ser Tevgera me û hem li ser vîna gelê me armanc kiribûn ku encamekê bistînin. Dixwestin ku raperîna dawî ya Kurdan a bi pêşengiya PKK'ê serkut bikin. Mêtingerî xwedî îdîayeke wiha bû û jixwe ev bi rengekî zelal gotin jî. Gotin, ''Em ê manûnemana xwe deynin holê û dahatuya xwe li ser îmhakirina têkoşîna azadiya Kurd û li ser tasfiyekirina tevgera azadiya Kurdan PKK'ê ava bikin.''

'ERDOGAN MIRIVEKÎ QELP E, DEMA KU LI HESABÊ WÎ NAYÊ VÎNA GEL BINPÊ DIKE'

Ok êrîşên li ser çar parçeyên Kurdistanê, nexasim yên li ser Rojava û Başûr ên li ser Tevgera wan bi bîr xist û got û got xwestine ku li li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xwestine ku vîna gel bişikînin û wê bêgav bihêlin. Ok got, ''Ji her alî ve êrîş anîn'', êrîşa li ser HDP'ê, girtina bi hezaran endam, rêveberên partiyê, wekîl, hevşaredaran bi bîr xist, her wiha polîtîkaya qeyûm bi bîr xist û got,''Erdogan mirovekî qelp e, dema ku li hesabê wî were behsa vîna gel dike û dema ku ne li hesabê wî jî be hemû nirxan binpê dike, bêbextiyan dike, derewan dike û dest li ser vîna gel datîne.'' Ok bi berdewamî got, ''Mîna van qeyûman li cihanê nîne. Ev tinehesibandina vînagelê Kurd e'' û domand, ''AKP ji bo berjewendiya xwe qeyûm kire dewrê. Hûn AKP'ê çawa pênase dikin? AKP Ergenekon e. Rêber Apo gotibû AKP û DAÎŞ bi heman hişmendiyê ne.''

GELÊ KURD BERXWEDANIYEKE DIJWAR Û BÊHEMPA DA

Ok wiha domand: ''Ji aliyê dî ve jî AKP 2019'an ji her alî ve bi ser me de hat, me jî ji her alî ve li ber xwe da. Gelê Kurd berxwenidaniyeke dijwar û bêhempa nîşan da. 24 saetan bênavber Başûrê Kurdistanê bombe kirin, gelê me 24 saetan bênavber li ser piyan bû. Li Başûr gelê me rabû ser piyan. Li Başûr ji bilî siyaseta li ser desthilatê ti kes ji êrîşên mêtingeriyê re li çepkan nade. Mêtingerî li cem gelê Kurd hatiye tinekirin. Helwest heye, hezkirin nîne, di dilê wan de hezkirina li gerîlayan heye.

Ti encam bi dest ve neanîn, li gel hemû êrîşa bi teknîka herî pêşketî jî bi pêş ve neçûn. Mînak li Xakurkê gerîla derbên giran li wan dan, beriya bi çend rojan pêşî li Heftanînê derb xwarin. Gerîla li gorî pêvajoyê, li gorî hewcehiyê xwe û taktîkên xwe nû dike. Bi tecrûbeya xwe ya 40 salî rewşê analîz dike û bersivê dide. Min beriya niha jî got, heke artêşeke bi disiplîn heke di şerê xwe de bi ser neketibe ev ê maneya ku têk çûye. Encamstandina domdirêj ne stratejiya mêtingeran e, berevajî, dixwazin demildest encamekê bistînin. Ji ber vê jî bi hovîtî bi ser me de hatin lê nebû.  Nekarîn ku çokan li me bişkînin û destkeftiyên encamgir bi dest ve bînin.

Ok her wiha êrîşên dagirker ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê, ku beriya niha li Efrînê jî kiribûn bi bîr xist û got, heke Trûmp û Pûtîn destûr nedana dewleta Tirk wê nikarîbûna Efrînê dagir bike. bal kişande ser dagirbûna Girê Spî û Serêkaniyê û got,''Dibe ku gelê Kurd li Rojava birîndar bûbe lê binê wê xêz dikim û dibêjim, ji bo demeke kurt jî be Girê Spî û Serêkaniyê ji hêla leşkerî ve dibe ku hatibin dagirkirin lê ji hêla siyasî ve Kurd bi ser ketine.

Di dîroka 40 salî ya tevgera me PKK'ê de, nasnameya gelê Kurd, pirsgirêkên gele Kurd û çareseriya van pirsgirêkan li ber raya giştî ya hemû cîhanê û bi asta NY'yê hate nîqaşkirin. Ji hêla siyasî ve gelê me bi ser ketiye. AKP 2019'an tiştek bi dest nexistiye. Rast e, AKP'ê ziyan li me kir, lê tiştek bi ser nexistiye. Her wiha weke ku min gotî ji bo Başûr jî rewş wiha ye. Weke min gotî, 2019 saleke dijwar bû, vê demê me berdêlên giran dan. Bêguman wê berdêl hebin û jixwe ev di karakterê têkoşînê de heye. AKP rezerve xwe û gelek hêza xwe winda kir û wiha kete sala nû PKK jî bi rengekî hê bêhtir dînamîk, rêxistinî, biryardar û bi rengekî ku xwe bi raya giştî ya cîhanê dayî qebûlkirin wê têkoşîna xwe bidomîne.''

'BERXWEDANA MEZIN LI IMRALIYÊ YE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û armancên wê, got, ''Ev konseptek e, dixwazin fizîk, psîkolojî û hişmendiya Rêbertî bihelînin. Em carinan dibêjin,''Berxwedana herî mezin li Imraliyê ye'', mebesta me jê ev e. Bi rastî jî êrîşeke pirhêlî, pir giran û tenik li Imraliyê heye. Ji ber vê jî ev berxwedan pir girîng û pir watedar e. Rêbertî xwest bi ristekê rabe, a rast tim hewl dide ku bi ristekê rabe.  Ne wiha berteng, ne tenê a gelê Kurd, her wiha diyalektîka di navbeyna gelên Kurd û Tİrkiyê de, diyalektîka Tirkiyê û Rojhilata Navîn, dahatû dîroka wê time analîz kir. projeyên çareseriyê danî holê. Lê rêveberekî ku vê bi cih bîne dernekete holê. Tim li ser tasfiyekirinê rawestiyan, ji ber vê tim ev girtin û bi vî rengî bi ser me de hatin.''

2020'AN AKP WÊ REZERV Û HÊZA XWE JI DEST BIDE

Ok bi domdarî wiha got: ''Rêbertî behsa darbeyê, behsa mekanîzmaya darbeyê kir. Behsa pirsgirêkên Rojhilata Navîn, gelên Rojhilata navîn kir, behsa netew-dewletan, îdeolojiyan kir, nîşan da bê ka modernîteya demokratîk çendî karîger e. Dikarîbûn ji van ramanan sûd werbigirin lê dewleta Tirk û Erdogan li alternatîfan nedigeriyan. Zextê li ser Rêbertî dikin, li hêviyê ne ku Rêbertî bibêje, ''çekan berdin''. Li  dijî vê Rêbertî berxwedaniyeke mezin dide.

2019'an şerekî giran çêbû, 2020'an AKP wê hêz û rezerva xwe ji dest bide, tevgera azadiyê ya Kurd wê bi rengekî sînerjîk, hê xurtir berxwedana xwe bidomîne. Rêber Apo jî wê berxwedaniya xwe bidomîne.''

ŞERÊ DYE Û ÎRANÊ NE JI BO AZADIYÊ Û DEMOKRATÎKIRINÊ YE

Derbarê kuştina Fermandarê Hêza Qudsê yê Îranê Qasim Silêmanî, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok got,''Kî heq e, kî neheq e, kî wê serweriya xwe bidomîne kî wê têk biçe, nîqaşên wiha ti xizmetê nadin gelên Rojhilata Navîn. Trûmp Qasim Silêmanî da kuştin, ev ji bo hilbijartinên li DYE'yê avantajek e, ji bo Trûmp avantaj e. Lê demokrasî, azadî, anî ji gelên Rojhilata Navîn e? Çi destkeftin da gelên Rojhilata Navîn? Gelên Rojhilata Navîn azadiya xwe dijî? Bi nirxên xwe yên madî, manewî, yên sererd û binerd jiyaneke rehet dijî? Na.

Bi kuştina Qasim Silêmanî Îranê tiştek bi dest ve anî? Gelên Îranê bêhtir azad bûn, an jî demokrat bûnan jî deriyê demokrasiyê li gelên Rojhilata Navîn vebû? Şerê di navbeyna wan de ti xizmetê nade gelên Rojhilata Navîn. Heke modernîteya kapîtalîst bi çand, giyan û hişmendiya mirov bilîze, her rêyê ji xwe re rewa bib3ine, serweriya xwe bidomîne, divê mirov li dijî arîşeyên heyî têbikoşe.''

Ok wiha domand: ''Li Lubnanê, Iraqê û Îranê bi deh hezaran mirov rabûne ser piyan. Beriya ku DYE Qasim Silêmanî bikuje bi deh hezaran mirov, bi sed hezaran mirov got,''Bil dizî, bertîl, bêexlaqî nabe, bila mafên me yên mirovan hebin'' û rabûne ser piyan. Dibe ku sedemên siyasî kêm bûn lê lêgerînek hebû. Bi êrîşa DYE'yê re hemû civak bû yek deng. Beriya êrîşa DYE'yê êrîş dibirin ser sefaretxaneyên Îranê, ew digirtin, niha her kes li dijî DYE'yê bû yek.

Ne îro û ne jî duh şerê ku tê kirin ne ji bo azadiya gelan, ne ji bo demokratîkirinê ye. Bi kuştina Silêmanî re rojev guherî, di qada siyasî de li dijî DYE'yê helwest çêbûn.''

DEWLET LI PÊŞ DEMOKRATÎKBÛNA ROJHILATA NAVÎN BEND IN

Ok her wiha got, ''Dewleteke weke Îranê ya dîrokî, divê dahatuya cîhanê yan jî ya Rojhilata Navîn aidî xwe nebîne, divê demokratîk bibe, gavên baş bavêje û biguhere. Divê li ber demokratîkbûna Rojhilata Navîn nebe bend. Heta ku ev hebin wê problem hebin. Îdeolojiyên mezhebî hene, ev siyaset tiştekî nad mirovahiyê. Îran li Libnan, Iraqê hêza xwe ji mezheba Şiî distîne. Tirkiye û Erdogan, li Sûriye, Iraq û Libyayê hêza ji Sûniyan distîne.

Şerê li ser nasnameya baweriyê xizmetê ji demokratîkbûna Rojhilat Navîn re nake, ne di berjewendiya gelan de ye.''

Ok wiha domand, ''Çareserî xeta Rêber Apo ye, jiyana demokratîk û azad e. Lê divê em bibêjin ku gelên Rojhilata Navîn li pêşengên xwe jî digerin.''

JI BO KU PIRSGIRÊKA KURD BIXIN BAZARÊ DIÇIN LIBYAYÊ

Ok li ser tezkereya Libyayê ku li Meclîsa Tirk deretî jî wiha got: ''Tenê ji bo tiştekî dixwazin biçin Libayê; dixwazin bi vê li ber Rûsan û DYE'yê pirsgirêka Kurdan bixin bazarê. Hemû derdê Erdogan ev e'' û bi domdarî got, ''Biya me Erdogan demên xwe yên dawî dijî, wê ji biryara Libyayê vegere, wê ti tiştî bi dest ve neyîne.''

SIYASETA ERDOGAN TÊK ÇÛYE

Ok bi domdarî got, ''Li nav AKP'ê nîqaş hene, dibêjin,''Ji niha û pê ve em ê têk biçin''. Babacan, Davûtoglû û yên din dixwazin ku siyaseta Erdogan têk çûye. Baheçelî jî bi rola ku eyarê bidiyê mijûl e, ango AKP û MHP mehkûmî hev in.

Dahatuya Tirkiyê, pêşiya gelê me vekiriye û ronî ye. Divê têkoşîneke radîkal û yekgirtî hebe. Rezerva AKP'ê nemaye, derewên wan qediyane. Cîhan jî vî kesî naxwaze, vê desthilatê qebûl nake. Rast e dev ji Tirkiyê naqere, endama NATO'yê ye, bazeke mezin e lê li şûna Erdogan hine dî dixwazin. 

Li navxweyî jî helwest zêde dibe, ji bo vê CHP qels ma. Em jî rexneyê li xwe dikin. Ti rewşeke wiha tine ku CHP wê me rizgar bike, Tirkiyê demokratîk bike. Peywirên me hene ku em şoreşê û têkoşînê geş bikin. Îdîaya me hey û têkoşîn heye, civaka Kurd jî dibêje, êdî bes e. Her kes bi serê xwe dikare ziyanê bide AKP'ê, ji hêla siyasî, civakî, leşkerî ve dikare ziyanê bide, derfet hene. Bi çûyina AKP'ê re wê pêşiya Tirkiyê ronak bibe. Her kes dikare bi rista xwe rabe.

'TÊKOŞÎNA JINA KURD DASTANEK E'

Derbarê komkujiya li Parîsê ya 9'ê Çile ya 2013'an a li Parîsê û 5'ê Çile ya 2016'an a li Silopyayê Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok got, ''Bêguman şoreşa gelê Kurd, têkoşîna jina Kurd dîrok û dastaneke e. Ev ne wiha bi rehetî çêbû, em vê deyndarî helwesta hevalên xwe Sara , Rojbîn û Ronahî ne. Heval Sêvê, Fatma û Pakîze di têkoşîna gelê Kurd de sembol in. Dayik, jin li Koçgirî û Dersimê bi rola pêşeng rabûn. Heval Sara, Ronahî, Rojbîn li navenda Parîsê hatine qetilkirin, hesabê vê nehatiye dayin, gelê me, jinên Kurd heta ku hesabê vê bipirsin divê em rehet rûnenin.''

Jinên Kurd ên şoreşger ev 25 sal in li zindanan li ber xwe didin, têdikoşin. Jinên Kurd, jina azad xwe ispat kiriye.  Li çiyayên Kurdistanê, li her qadê, cihê ku jinên Kurd lê nînin, cihê ku PAJK û YJA Star têkoşîn lê nedayî nîne. Di xebatên siyasî, dîplomatîk, civakî de bi rola xwe radibin. Rêber Apo dibêje PKK partiya jinê ye, rast dibêje. Heke pêşengiya jinê nebe, helwesta wê nebe, helwesta jina azad nebe jiyan heram e. Yek dest tarî û mêtinger e. Îdeolojiya jina azad di van mijaran de xwe ispat kiriye, çi qasî serbilind be, ji heqê wê ye.''