OHD: Komkujiya Enqereyê ne li derveyî agahiya dewletê bû

OHD'ê rapora xwe ya li ser Komkujiya Enqereyê aşkera kir. Di raporê de bal hat kişandin ser têkiliya dewletê ya bi komkujî û qetlîamkeran re.

OHD'ê rapora xwe ya li ser Komkujiya Enqereyê aşkera kir. Di raporê de bal hat kişandin ser têkiliya dewletê ya bi komkujî û qetlîamkeran re.

Komeleya Hiqûqnasên AzadîxwAz (OHD) têkîldarî Komkujiya Enqereyê rapora nirxandin û tespîtê amade kir û li Yekîtiya Mulkiyeyiyan bi daxuyaniya çapemeniyê aşkera kir. Hevserokên OHD'ê Nûray Ozdogan û Serbay Koklu, rêveberên komeleyê û parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka OHD'ê Nuray Ozdogan rapor aşkera kir û diyar kir ku Komkujiyê Amed, Pirsûs û Enqereyê bi girêdayî hev in û bal kişand li ser îdiayên ku lîsteya 16 êrîşkaran beriya komkujiya 10'ê Cotmehê di destê Emniyeta Enqereyê de bûye.

Ozdogan destnîşan kir ku polîtîkaya ku Tirkiye piştgiriyê dide rêxistinên cihadê aşkera ye û ev tişt anî ziman: "Li Tirkiyeyê tevlîbûna DAIŞ'ê bêyî agahiya îstixbarata Tirkiyeyê nabe. Ev hevkariya nehatiye deklere kirin dihêle ku em berpirsyarên komkujiya Enqereyê li cihên dûr negerin. Beriya komkujiyê, piştre û piştî wî tiştên ku qewimin, qeyd û agahiyên hatine bidestxistin dema bi qatlîamên din re mirov bigire dest nîşan dide ku yekîtiya organîzekiriye."

'DEWLETÊ XWEST DELÎLAN WINDA BIKE'

Ozdogan anî ziman ku li rêya komkujî pêk hatiye wesayîteke arkujiyê îtfaiyeyê ya xebatkarê wê tineye hatiye dîtin û ev wesayît ji bo ku birina birîndaran bê astengkirin hatiye bicihkirin. Ozdogan got ku dema lêkolînkirina cihê bûyerê parêzerên ku ji bo pêşiya windakirina delîlal bigirin û lêpirsînekî berfireh bê kirin parêzer ji wir hatine durxistin tenê ji bo hin parêzeran destÛr hatiye dayîn, nêzîktayên ku zirarê dide cihê bûyerê ji aliyê peywirdarên dewletê ve pêk hatiye. 

Ozdogan di berdewamê de ev tişt anî ziman: "Heta ku piştgiriya ku Tirkiye dide rêxistina DAIŞ û yên wekî wan neyê teşhîrkirin, berpirsyariya komkujiyê di warê hiqûqî de nayê nîqaşkirin. Komkujiya li Enqereyê heta ku yên berê ve neyê nirxandin nayê ronîkirin. Lêpirsîn heta ku bi destên dozgerî û lêpirsînerên serbixwe ve neyê kirin, bi pêş ve naçe. Divê lêpirsîneke ku têkîliyên siyasî yên komkujiyê jî lêkolîn bike bê kirin. Li gorî vê yekê divê lêpirsîner bên diyarkirin." Ozdogan diyar kir ku ew ê bibin şoqdarê dozê.