Odeya Bijîşkan a Amedê xelat dan Dayikên Şemiyê

Odeya Bijîşkan a Amedê xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê dan Dayikên/Mirovên Şemiyê.

Odeya Bijîşkan a Amedê têkildarî xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” ku ji sala 1996’an ve dide, li avahiya şaxa xwe civîna çapemeniyê lidar xist. Li eywana ku civîn lê hate lidarxistin pankartên bi kurdî û tirkî li ser “Ji tenduristî û azadiyê sexberî nabe” dinivîsî, “Dest nede TTB’a (vîna) me” û “Bijîşktî nikare bê darizandin, TTB nikare bê bêdengkirin” hatin daliqandin. Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES), Bijîşkên Diranan, Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanîstê (Egîtîm Senê) beşdar bûn. Di daxuyaniyê de Elîf Tûran axivî û da zanîn ku Odeya Bijîşkan a Amedê îsal xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” dane Dayikên/Mirovên Şemiyê.

Tûran, destnîşan kir ku li herêmê di serdemeke ku polîtîkayên ne aştiyane tên meşandin re derbas dibin û wiha got: “Em di pêvajoyeke awarte ku bi deh hezaran kesên daxwaza aştiyê dikirin û têkoşîna lêgerîna maf didan hatin girtin, bi tinehesibandina vîna gel re pêkanînên qeyûman dewam kirin, akademîsyen hatin qirkirin, çapemenî di bin zext û sansureke giran de bû, kesî xwe di bin ewlekariya qanûnî de nedît û pêkanînên antî demokratîk dewam kir de derbas bûn, hêj jî vê pêvajoyê dijîn.” Tûran, bi lêv kir ku tevî zext û binçavkirin û girtinan hêviya xwe ya welatek û cîhaneke di nava aştiyê de mezin kirine.

Tûran da zanîn ku biryar dane xelatê bidin Dayikên/Mirovên Şemiyê yên tevî hemû astengiyên keyfî û bêhiqûqî dest ji pirsîna aqûbeta xizmên xwe bernedane û di daxwazên xwe de israr dikin û ji 27’ê gulana 1995’an ve her roja şemiyê li Qada Galatasarayê bi awayekî aştiyane çalakiya xwe didomînin.

Tûran, diyar kir ku dê merasîma xelatê di 9’ê adarê roja Şemiyê saet di 14.00’an de li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê pêk were.