Ocalan: Divê gelê me li gorî şer şekil bide jiyana xwe

Ocalan: Divê gelê me li gorî şer şekil bide jiyana xwe

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya bi wasî û parêzerê xwe Mazlum Dînç re bangawaziya xwe ya ji bo seferberiyê dubare kir û wiha got: “Tenê ne gelê Rojava Bakur û hemû parçeyan gelê Kurd divê li gorî vê yekê şekil bidin jiyana xwe. Ez bang li hemû gelê dikim ku li dijî şerê asta wê bilind a topyekûn bikevin nav berxwedanê.”

Wasî û parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serê sibehê çûbû Girava Îmraliyê vegeriya. Dînç li ber Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê daxuyanî da çapemeniyê. Dînç diyar kir ku di hevdîtinê de Ocalan gotiye ku tevî ew ji bo hemû gavên demokratîk amade ye jî hikûmet tu gavan navêje. Dînç wiha axivî: “Birêz Ocalan got ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk ji bo hemû gavan amade ye lê hikûmet û dewlet pêvajoya muzakereyê nade destpêkirin.”

Dînç got ku Ocalan têkîldarî serbestberdana xebatkarên sefaretxaneyê yên di destê DAIŞ’ê de û muzakerên di navbera hikûmet û DAIŞ’ê  wiha gotiye: “Bi taybetî ji bo serbestberdana dîlên li Mûsilê dewletê bi awayekî aşkera muzakere pêk aniyê û ji raya giştî re aşkera kiriye lê di mijara çareserkirina pirgsirêka Kurd de pêvajoya muzakereyê hê nedaye destpêkirin.”

Dînç destnîşan kir ku Ocalan gotiye divê di demeke kurt de muzakere destpê bikin û der barê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jî ji bangawaziya xwe ya seferberiya ya ji bo gelê Kurd dubare kiriye. Dînç têkîldarî mijarê gotinên Rêberê Gelê Kurd Ocalan wiha anî ziman: “Li aliyê din têkîldarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hemû gelê me bi taybetî divê li gorî şer şekil bide jiyana xwe. Niha li Kurdistanê şerekî kûr heye. Tenê ne gelê Rojava, Bakur li hemû parçeyan gelê Kurd li gorî vê yekê şekil bide jiyana xwe. Ez bang li gelê Kurd dikim ku li dijî şerê asta wê bilind a topyekûn bikevin nav berxwedanê.”