Ocalan di lîsteya 100 kesên herî bi bandor a cîhanê de ye

Ocalan di lîsteya 100 kesên herî bi bandor a cîhanê de ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di lîsteya 100 kesên herî bi bandor ya cîhanê a di kovara Tîme de hate weşandin de cih girt.

Kovara Tîme, lîsteya ‘100 kesên herî bi bandor ya cîhanê’ a sala 2013’an weşand. Di lîsteya îsal de cih dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî.

Di lîsteyê de serokwezîrê DYA’yê Barack Obama,  ji welatên cîhanê yên cuda hunermend, siyasetmedar, aktîvîst û zanistan cih girt. Di beşa rêberan a lîsteyê de jî Abdullah Ocalan jî cih girt.  Portreya Ocalan rêberê Sînn Feîn, Gerry Adams nivîsî.

Adams di derbarê Ocalan de wiha got:

“Aştiya Îrlandayê ku wek Lihevkirina Îna bi Xêr tê zanîn vê mehê 15 salê xwe tije dike. Wek tê zanîn  hema bêje ev 15 sale damezrînerê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye. Li dijî vê  bû dengê aştiyê, di seranserê jiyana xwe de bi kesên ku pê re şer dikir destê dostaniyê dirêj û bû rêberekî dildar.  Ji bo çareseriya pirsgirêkê bi salan riyên alternatîf  pêşkêş kir û ji bo dijminê xwe îqna bike bi sebr kir û ket diyalogê. Ocalan ev pêşengî û rêbertî nîşan da.  Ligel ku di girtîgehê de bû nexşerêyeke aştiyê û demokrasiyê ava kir. Ji bo çek bê deng bin û siyaset biaxive dem hatiye. Ocalan têkoşîna gelê Kurd aniye asteke nû. Destpêkek nû dixwaze. Em ji ber vê pêşengiya wî, pîroz dikin û bang li hikûmeta tirk dikin ku serbest berdin.”