Obezîte 8 salan temenê mirov kêm dike
Obezîte 8 salan temenê mirov kêm dike
Obezîte 8 salan temenê mirov kêm dike
Li gor lêkolîneke di kovara The Lancet Diabetes & Endocrinology a di aliyê tenduristiyê de pispor e, obezîte û obezîteya zêde temenê mirov 8 salan kêm dike.
Encamên lêkolîna di pêşengiya Dr. Steven Grover ê li Zanîngeha McGHîll a li Montrêal zelal in.
"Kesek di temenê xwe yê ciwan de çiqasî kîloyan bigire, bandora li ser tenduristiya wî jî wê evqasî girîng be”
Tê hişyarkirin ku jin û zilamên zêde obez û tenduristiya wan baş, mimkun e 19 salan ji temenê xwe winda bikin.
Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bûyerên obezîte ji sala 1980’î ve 2 qatan zêde bû. Kîloyên zêde, îro 1,4 mîlyar mirovên temenê wan 20 û hê zêdetir eleqedar dike.
Di nav wan de ji 200 mîlyonî zêdetir zilam û nêzî 300 mîlyonî jin obez in.