Obama: Di mijara operasyonê de biryar nehat dayîn
Obama: Di mijara operasyonê de biryar nehat dayîn
Obama: Di mijara operasyonê de biryar nehat dayîn
Serokê DYE Barack Obama da xuyakirin ku wan hînê der barê operasyoneke gengaz a li dijî rejîma Beşar Esad, biryar nedane. Obama diyar kir ku ew naxwazin çekên kîmyewî yên li Sûriyê têkevin destê hin komên din.
Obama anî ziman ku li Sûriyê di mijara bikaranîna çekên kîmyewî li dijî sivîlan de xumamî nîne û ragihand ku bi bikaranîna çekên kîmyewî re divê encameke binpêkirina mafên normên neteweyî hebin.
Obama ji televîzyona PBS re peyivî û diyar kir ku wan li hemû delîlên hatine peydakirin temaşe kirine û di encamê de gihaştine wê biryarê ku çekên kîmyewî ne ji aliyê mûxalîfan, ji aliyê dewleta Sûriyê ve hatiye bikaranîn. Obarama anî ziman ku ewê bi danûstandinên xwe yên bi şêwirmendên ewlekariyê re dewam bikin û got, "Ti niyeteke min a ji bo pevçûneke diyar li Sûriyê nîne, lê divê em pê bawer bin ku di mijara çekên kîmyeyî de normên navneteweyî binpê kiriye yan ne. Ji ber ku ev gefeke li dijî me."
Obama da xuyakirin ku ew amade ne li gel welatên mîna Rûsyayê ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyê hevkariyê bike û got, "Min gotibû, eger rejîm çekên kîmyewî bikar bîne, wê hin hesa biguherin. Ev yek em li dijî normên navneteweyî hem jî li hemberî berjewendiyên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ye. Sûriye yek ji wan welatan e ku li cîhanê xwedî depoyên herî mezin ên çekên kîmyewî ye. Li herêmeke nazik de cih digire. Sûriye cîranê endamê NATO'yê Tirkiye, hevkar Urdun û Îsraîlê ye. Em naxwaz çekên kîmyewî yên di destê Sûriyê de bikeve destê hin komên cûda."